NAVENDA NÛÇEYAN – Rêxistinên hiqûq, maf û parêzeran binçavkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin û gotin ew ê parastinê biparêzin û xwestin hevpîşeyê wan demildest werin berdan.
Rêxistinên maf û parêzeran li Stenbol, Edene, Enqereyê û Mêrdînê bi çalakiyan binçavkirina hevpîşeyên xwe yên li Amed, Riha, Şirnex û Wanê hatin binçavkirin û niha li Emniyeta Rihayê tên ragirtin şermezar kirin.
ENQERE
Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Enqereyê û Hiqûqnasên Ji Bo Hiqûqa Civakê û Demokrasiyê binçavkirina parêzeran şermezar kir. Parêzer li ber Dadgah Enqereyê kom bûn û pankarta "Em p“rastinê diparêzin” vekirin. Di kêliya daxuyanî dihat dayîn polîsan bi awayek tund mudaxeleyî parêzeran kir û li parêzeran dan.
6 parêzerên polîsan li wan da ji bo raporê werbigirin çûn nexweşxaneyê. Parêzeran got piştî ew raporê werbigirin dê giliyê polîsan bikin.
Di metna daxuyaniya hat astengkirin de hat destnîşan kirin ku dixwazin bi van binçavkirinan xebatên parêzeran tên krîmînalîzekirin, lê tevî vê yekê jî dê parastinê biparêzin û hat xwestin hevpîşeyên wan demildest werin berdan
STENBOL
Li Stenbolê jî 8 rêxistinên parêzeran OHD, ÇHD, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Koma Parêzerên Hemdem, Koma Beşdar a Parêzeran, Koma Parêzerên Azadîxwaz, Koma Parêzerên Demokratên Azadîxwaz, û Hiqûqa Sosyal li ber Dadgeha Çaglayana Stenbolê kom bûn û binçavkirina hevpîşeyên xwe şermezar kirin.
Parêzeran pankarta “Parastin nayê bêdengkirin” vekirin û dirûşm berz kirin. Parêzer ji ber vîrûsa koronayê metreyek ji hev dûr sekinînin û daxuyaniya xwe dan. Hevseroka OHD’ê ya Şaxa Stenbolê parêzer Arzû Kayaoglû daxuyanî da û binçavkirina hevpîşeyên xwe şermezar kir û xwest êrişên li ser parastinê werin rawestandin. Kayaoglû da zanîn ku daraz ketiye bin tehakûma îqtîdara AKP-MHP’ê û got ew ê her parastinê bikin û hiqûq û civakê biparêz in.
EDENE
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Edeneyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) a Şaxa Edeneyê jî binçavkirina parêzeran şermezar kirin. Daxuyanî li Şaxa ÎHD’ê hat dayîn û gelek nûnerên rêxistinên civakî û partiyên siyasî jî dest dan daxuyaniyê. Li ser navê parêzeran parêzer Sevîl Araci Bek daxuyanî xwend û destnîşan kir ku hiqûqa cezayê dijmanane tê sepandin û dixwazin bi binçavkirin û girtinan civak bêparastin were hiştin. Bek got ew ê heta dawiyê civakê biparêzin û xwest hevpîşeyên wan demildest werin berdan.
MÊRDÎN
Baroya Mêrdînê jî têkildarî binçavkirina parêzeran daxuyaniyek nivîskî belav kir û di daxuyaniyê de girtina endamê xwe parêzer Alî Kahraman du hefte berê hat girtin bibîr xist û binçavkirina parêzerên niha li Rihayê hatine komkirin şermezar kir û xwest parêzer gavek beriya gavekê werin berdan.