ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê, bertek nîşanî binçavkirina Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kûtlû û parêzaran da.
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê, derbarê binçavkirinên parêzer, parlamenter, gardiyan, hevşaredar û siyasetmedaran ên li Şirnex, Wan, Amed, Êlih û Rihayê de li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk anî. Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş, Hevşaredarên Sîlopiyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk, rêveberên HDP’ê yên bajar û navçeyan beşdarî daxuyaniyê bûn.
Hevseroka HDP’ê ya Navçeya Cizîrê Guler Tunç, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Polîtîkayên binçavkirinê yên bloka faşîst a AKP Û MHP’ê yên li dijî partiya me dewam dikin. Lê me tu carî li hemberî zext û êrîşan tawîz nedan. Bi van êrîşan têkoşîna jin û gelan dixin hedefê. Di saetên serê sibê yên duh de polîsên bi rûpûş bi ser mala Hevşaredara me ya Cizîrê Berîvan Kûtlû de girtin. Kûtlû paşve kelepçe kirin û bi heqaretan binçav kirin.”
Tunç xwest hevşaredar Kûtlû bê berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em van êrîşan qebûl nakin. Em bi awayekê tund van êrîşan şermezar dikin. Bila baş bê zanîn ku, tu êrîş wê nekarin me ji têkoşîna me ya azadiyê dûr xibin.”
‘DESTHILATDARÎ HIQÛQA ŞER BI CIH TÎNE’
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş jî, diyar kir ku di demên dawî de, êrîşên binçavkirinê yên li dijî partiya wan zêde bûne û wiha got: “Di rojên derbasbûyî de, ez jî din av de 8 wekîlên me hatin tehdîtkirin. Herî dawî li Amed, Riha, Şirnex û Wanê parêzser û siyasetmedar hatin binçavkirin. Ev binçavkirin ne hiqûqîne. Ev desthilatdarî hiqûqa keyfî û şer bi rêve dibe. Her ku diçe AKP dihele. Ji ber vê bi awayekê bêhiqûqî êrîş dike. Bes ewê nekarin bi girtin, binçavkirin me ji têkoşîne me dûr bixin. Emê têkoşîna xwe ya demokratîk dewam bikin. Em dixwazin ku hevalên me yên hatin binçavkirin demildest bên berdan.”