ENQERE – Endamê HDP’ê Ahmet Kaya yê 28 sal di girtîgehê de ma da zanîn ku kesên xwe wek îstîhbarvan û polîsan dane nîşandan wî revandine û sîxûriyê lê ferz kirine.
HDP’ê û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî revandina endamê HDP’ê Ahemt Kaya û lê ferzkirina sîxûriyê li avahiya ÎHD’ê civîna çapemeniyê li dar xistin.
TURKDOGAN: EV RÊBAZA ÎŞKENCÊ YE
Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û got: “Li rasta paytextê însan tên revandin û gefên sîxûrî û kuştinê li wan tê xwarin. Ev rêbazek îşkenceyê ye. Ev rêbaz piştî OHAL’ê derket holê. Hevalê me siyasetmedar Ahmet Kaya bi heman rêbazên îşkence û korsaniyê di 9’ê Adarê de hat revandin. Tevî ku em di van mijaran de rayedaran agahdar dikin jî lê ev rêbaz didome. Dewlet bi temamî hatiye halê dewletek ewlehiyê. Divê îqtîdara siyasî van pêkanînan asteng bike. Ev yek wek rêxistina çetekariyê ye. We çetekariyek tasfiye kir, niha jî çetekariyek din tê çêkirin.”
TIŞTÊN HATIN SERÊ WÎ VEGOT
Ahmet Kaya yê 28 salan jiyana wî di girtîgehan de derbas bûye jî tiştên hatine serî wî wiha vegot: “Ez piştî nîvro diçûm cem hevalek xwe. Ji nişke ve kesek derket pêşiya min û xwe wek polîs da nasîn. Xwest ez biçim heta erebeya wan. Min got xêr e. Gotin ku ew dixwazin biaxivin. Min bi darê zorê li wesayîtê siwar kirin û birin navçeya Etîmesgûtê cihek bêxwedî. Nêzî 2-3 saetan di wesayîtê de min darizandin. Xwestin ez bi wan re hevkariyê bikim. Xwestin ez bibim sîxûrê wan. Min got ez vê qebûl nakim û ez ê nekim. Gef li min xwarin. Gotin ‘Çima tu têyî Enqereyê, divê tu neyê Enqereyê, Enqere ji bo te qedexe ye.’ Min jî got ez siyasetmedar im û ez dikarim werin Enqereyê. Gotin ‘heke pêdiviya te hebe em ê dabîn bikin.’ Min daxwazên wan bi zimanek teqez red kir. Vê carê jî dest bi şantajê kirin. Gotin ‘em ê te bibin û bêjin ji Rojava hatiye. Tu yê bi salan di hefsê de bimînî.’ Xwestin ku ez li herêmê ji bo wan bixebitim. Gotin şertê wan ew e ku ez bi temamî dest ji siyasetê berdim.”
'AKP BERPIRSIYAR E’
Kaya got ew ji aliyê kesên di wesayîta bi plakaya “06 AR…” hatiye revandin û rengê wê spî bû. Kaya got ew kesên wî revandin gefê kuştinê lê xwarin û got: “Heke tiştek were serê min hikumeta AKP’ê berpirsiyar e.”
‘NIHA JÎ SERDEMA TRANSPORTERANE’
Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî jî di civînê de axivî û da zanîn ku wesayîtên modern ên bi navê transporter anîne şûna texsiyên Toros ên salên 1990’î û gefên kuştinê li însanan tê xwarin. Tiryakî xwest ku ev pêkanînên dij mirovane bi dawî bibin.
Kaya derbarê revandina xwe de serî li ÎHD’ê da û dê biçe li dozgeriyê giliyê wan kesan bike.