ENQERE – Balafirê ji Bexdayê diçû Stenbolê bi lezgînî li balafirgeha Enqereyê danî û rêwiyên balafirê hildan bin karantînayê.
Balafira ji paytexta Iraqê Bexdayê ku diçû Stenbolê ji ber temamkirina sotemeniyê neçar ma li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê bi lezgînî deyne. Hat zanîn 57 rêwî di balafirê de hebûn û ji ber tevdîrên vîrûsa koronayê rêwiyan rakirin nexweşxaneyê û hildan bin karantînayê.