* Ji bajarên Tirkiyeyê yên zêde bandorê ji şerê Sûriyeyê girtine yek jê jî Hatay e. Ji ber tiştên li Idlîbê diqewimin, bajar diqilqile. Rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr, diyar dikirin ku çareserkirina pirsgirêk tenê bi derdorên eslî li dor maseyekê pêkan e.
* Di sala 2016'an de polîsan li navçeya Rêya Armûşê avêtibû ser mala Remziye Borê û di avêtina ser malê de Borê kuştibûn. Di ser bûyerê re 4 sal derbas bûne lê belê hê jî tiştek nehatiye kirin.
* Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, ji bo pêşniyara "rêya sêyemîn" a Ocalan anî ziman ku ji bo gelên Rojhilata Navîn tekane alternatîf e û got: "Piyê sêyemîn, senteza tez û antîtezê ye. Bi nasname, çand û cudabûna xwe piyê jiyana bi hev re ye. Ev pî jî HDP ye."
* Weşanxaneya Aryen bi 4 pirtûkên nû yên helbest û romanan xizmetek din da xwînerên xwe.
* Beyan Behramî (41) jineke ji bajarê Sînê yê Rojhilat e. Behramî hunermendeke ku ji qartonên hêkan, bi zelîqokê û arvanê garisan maskan çê dike. Bi boneya 8’ê Adarê û ji bo Newrozê, pêşengehek bi navê “Maskên Diaxivin” ya ku hestên jinan temsîl dike li Galeriyayê vekir. Behramî, got: “Di her maskekî de çîroka jinekî heye.”
* Dayikên Şemiyê bi daxwaza pirsîna aqûbeta windayan û darizandina kujeran dê di hefteya 781'emîn de li hev bicivin. (12.00)
* Alîkarê Hevserokên Giştî yên HDP'ê Umît Dedî yê ji Hiqûq û Mafê Mirovan berpirsiyare dê ji ber vîrûsa koronayê têkildarî rewşa girtîgehan li navenda HDP'ê civîna çapemeniyê birêve bibe. (13.00)
* Odeya Bijîşkan a Enqreyê bi boneya balê bikişîne ser rewşa endamên Grûp Yorûmê dê li odeyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê dê di hefteya 416'emîn a çalakiya Rûniştina F de balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş. (13.30)
* Rêxistin û partiyên çep û çepgir bi dirûşma "Ji şer re na" dê li ber Operaya Surreya ya Kadikoya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê. (15.00)
* Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê li ber Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakî li dar bixe. (14.00)