WAN - Du sal berê li Taxa Şemsîbey a Tûşbayê Navenda Malbat û Tenduristiyê hatibû çêkirin. Lê belê 2 sal in bi hinceta "bijîşk tunene, amûr tunene" nayê vekirin.
Di sala 2018'an de li Taxa Şemsîbey a navçeya Tûşba a Wanê Navenda Malbat û Tenduristiyê hatibû çêkirin. Lê belê 2 sal in bi hinceta "bijîşk tunene, amûr tunene" nayê vekirin. Welatiyan xwest rojek berî rojekê bê vekirin.
Nadîr Aydogmûş, anî ziman ku di nav 2 salan de herî kêm 30 daxwazname dane, lê belê dîsa jî nehatiye vekirin. Aydogmûş, got: "Wê demê di rojnameyên herêmî de gotibûn wê di nav mehekê de bê vekirin. Lê tim me eware dikin dibêjin 'personel tunene, malzeme tunene.' Em dixwazin rojek berî rojekê bê vekirin. Navendên tenduristiyê yên din pir dûrî vira ne. Ji ber vê hê jî gelek zarokên me aşiya wan nehatiye kirin. Gelek nexweş derziyên wan hene, lê ji ber ku cihekî derziyên xwe li xwe bixin tuneye, nikarin li xwe bixin."
‘BIJÎŞK TUNEYE, AMÛR TUNENE'
Aydogmûş, anî ziman ku vê heftê dîsa çûye Midûriyeta Tenduristiyê ya Bajêr û daxwazname daye û got: "Min got em mexdûr in, navendên din pir dûrî me ne. Dîsa eynî tişt gotin: amûr tunene, bijîşk tunene. Em ne mecbûr in biçin deverê din. Li cem me heye, çima em herin cihekî din? Ji bo em biçin cihê herî nêzî me gerek em 4 wesayîtan biguherînin."
‘EM Ê AMÛRAN BIKIRIN'
Rahmettûlah Atakli jî anî ziman ku ji bo derziyekê diçin navendên li Taxa Îstasyonê. Atakli, diyar kir ku heta ew diçin Taxa Îstasyonê du wesayîta diguherînin û got: "2 sal in venebûye. Ma dewlet nikare du personelan bişîne vira û çend amûran bikire. Heger bi rastî jî ev qasî tengijî be, em ê amûran bikirin. Em dixwazin rojek berî rojekê bê vekirin."
Zîver Ornek jî destnîşan kir ku neheqî li wan tê kirin û got: "20 derziyên min hebûn, lê çûm navendên din. Zar û zêçên me hene, em her tim nikarin biçin deverên din. Em perîşan bûne. Em ji vir diçin Navenda Tenduristiyê ya Gel a Taxa Îstasyonê. Heta em diçin wir em du wesayîtan diguherînin. Her cara em diçin em 10 TL heqê rê didin. Heyf e. Ez extiyar im, êdî nikarim bimeşim jî. Bira çareyekê bibînin." 00-