HATAY - Ji bajarên Tirkiyeyê yên zêde bandorê ji şerê Sûriyeyê girtine yek jê jî Hatay e. Ji ber tiştên li Idlîbê diqewimin, bajar diqilqile. Rêxistinên civaka sivîl ên li bajêr, diyar dikirin ku çareserkirina pirsgirêk tenê bi derdorên eslî li dor maseyekê pêkan e.
Şerê li Sûriyeyê 9 sal in didome. Ji bajarên Tirkiyeyên zêde bandorê ji vî şerî digire yek jê jî Hatay e. Li navçeyên sînor ên Hatayê, ji ber ku bi salan e bûye guzergaha rêxistinê radîqal ên îslamî hem welatî hem jî saziyên civaka sivîl diqilqilîne û dibêjin îqtîdar van rêxistinên radîqal diparêze.
Li bajêr herî zêde jî navçeya Reyhanê nerihet e ku şer û pevçûn li ber wê diqewimin û ji ber ku li navend anavçeyê endamên OSO û El Nûsrayê bi rihetî digerin fikarên welatiyan zêde dibin. Herî dwî ji ber şerê li Idlîbê liv û tevgerek zêd eya eskerî çê bûye û hema bêje her roj esker tên sewqkirin.
WESAYÎTÊN BÊPLAKE
Hema bêje li her derê navçeyê wesayîtên bêplake hene. Gava em ji welatiyan dipirsin, "li navçeyê çi diqewime" an naxwazin biaixvin an jî bertekên xwe nîşan didin. Nûnerên rêxistinêên civaka sivîl jî destnîşan dikin ku mirov bertekê nîşan didin lê belê ji ber polîtîkayên îqtîdarê nikarin bînin ziman. Tê diyarkirin ku beriya şer bazirganiya sînor hebû û çandinî pir bû, lê belê niha qaçaxçîtiya çekan û mirovan zêde bûye.
Her wiha li navçeyê tiştekî din jî heye ku pir balê dikişîne; hejmara polîsan û liv û tevgera wan. Ligel vê tê derpêşkirin ku kesên di nav îstixbaratê de cih digirin jî tim li nav navçeyê digerin.
‘JI BO ROJNAMEVANAN GIRTÎ, JI BO KESÊN ÇEKDAR VEKIRÎ'
Piştî şerê li Sûriyeyê gur bû, ji navenda Hatayê heta navenda Reyhanliyê li her du rexên rêyan jî bi dehan noqteyên lêgerînê hatine çêkirin û wesayîtên tên navçeyê an jî ji navçeyê dertên tên sekinandin û piştî tên kontrolkirin tên berdan. Lê belê li navçeyê kesên di nav rêxistinên radîqal ên îslamî de cih digirin bi rihetî tev digerin, lê welatî tim bi kontrolkirina GBT'yê re rû bi rû dimînin. Rojanmevanên dixwazin li Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê rewşa dawî li Sûriyeyê bişopînin tên astengkirin. Bi hinceta walî nahêle rojnamevan tên astengkirin, lê tenê destûra TRT, Ajansa Anadolûyê û A Haberê tê dayîn.
Tenê ne li Reyhanliyê, şêniyên navçeya Kirikhan, Yayladagî Altinozu, Antakya û Defneyê jî ji ber şer û pevçûnên demên dawî diqilqilin. Bi taybetî jî piştî gotina Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî ku gotibû "Heger Idlîb ji dest biçe wê Hatay jî ji dest biçe" fikarên welatiyan zêde bûn.
Endamê Desteya Rêvebir a Egîtim Sen a Hatayê Mûtlû Aymaz, anî ziman ku ji ber şer aboriya bajêr serobino bûye. Aymaz, diyar kir ku piştî 36 esker jiyana xwe ji dest dane tam hefteyekê bajar bêdeng bûye û penaberên Sûriyeyî yên li bajêr ji malê derneketine.
Aymaz, diyar kir ku şer bandorê li her tiştî dike û got, bi taybetî jî li Reyhanliyê şer perwerdehiyê asteng dike. Aymaz, bilêv kir ku li navçeyên nêzî sînor nexweşxaneyên dewletê ji sivîlan re tên girtin û got, ev yek bandoreke mezin li perwerdehî û tenduristiyê dike.
'ABORÎ HILWEŞIYA'
Hevserokê HDP'a Hatayê Kerem Nalbant jî destnîşan kir ku neh sal in aboriya bajêr serobino bûye û got, beriya şer rewşa Hatayê baş bûye, lê belê piştî şer her tişt serobino bûye û gelek fîrmayên di ser Hatayê re bi Erebîstana Siûdî, Iraq û Lubnanê re bazirganî dikirin mecbûr mane dev ji vê bazirganiyê berdin.
Nalbant, diyar kir ku piştî şer sînor qulqulî bûne û got, îqtîdarê Hatay ji bo hêzên paramîlîter kiriye lîmaneke ewle. Nalbant, anî ziman ku piştî şerê dawî yê li Îdlîbê fikarên welatiyan zêde bûne û got. "Ev şer ne şerê me ye. Çi karê TSK'ê li Sûriyeyê heye? Ev yek pirsgirêkên heyî girantir dike. Tişat divê bê kirin ew e ku ji dêvla şer bê kûrkirin divê li herêmê tevî kurdan û derdorên din ên eslî li dor maseyekê rûnên û prisgirêkê çareser bikin."
Endama Desteya Rêvebir a Malên Gel a Hatayê Eylem Mansûroglû jî destnîşan kir ku ji ber şer bi taybetî jî aboriya bajêr nemaye û got, piştî şerê li Idlîbê ev yek h bêtir tê hîskirin û gelê Hatayê vî şerî naxwaze.
MA / Erdogan Alayûmat