‘Piyê sêyemîn HDP ye'

img

WAN - Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, ji bo pêşniyara "rêya sêyemîn" a Ocalan anî ziman ku ji bo gelên Rojhilata Navîn tekane alternatîf e û got: "Piyê sêyemîn, senteza tez û antîtezê ye. Bi nasname, çand û cudabûna xwe piyê jiyana bi hev re ye. Ev pî jî HDP ye." 

Piştî 8 mehan Mehmet Ocalan, li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi birayê xwe Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan re pêk anîbû. Rêberê PKK'ê Ocalan di hevdîtina xwe de careke din bal kişandibû ser "rêya sêyemîn". Hevserokê HDP'a Wanê Okkeş Kava, bal kişand ser israra Ocalan a di aştî û çareseriyê de û got, heger firsendê bidin Ocalan wê di nêz de li welat aştî çêbibe. 
 
PIYÊ SÊYEMÎN 
 
Kava, bal kişand ser rewşa netew dewletan û got: "Mesela, tez û antîtez heye. Yanî du enî hene. Ev hem bi hêla xwe ya baweriyî, hem bi hêla xwe ya nasnameyî hem jî bi hêla xwe ya çandî. Ji bo hêlek karibe bijî divê hêla din bê tunekirin. Bi taybetî jî ev bîrbirî ya netew dewletan e. Lê belê di proje û modela jiyanê ya Konfederalîzma Demokratîk a Abdûllah Ocalan de, ne tez, ne antîtez, yanî senteza vê, pev naçin, ev cudahî pev re dijîn. Di bin banekî de pev re dijîn. Ji xwe em jî behsa vê yekê dikin. Piyê sêyemîn, cudahiyan ji holê raneke, ne eniyeke ku li dijî wan şer dike. Ji bo karibin bijîn têdikoşe. Loma HDP piyê sêyemîn e. Çimkî ji her du piyan ji bo yek hebe, divê yek jê bê tunekirin. Dev ji piyekî berdin, mase nikare bi du piyan jî bisekine. Loma em dibêjin piyê sêyemîn. Çimkî piyê sêyemîn senteza tez û antîtezê ye. Bi nasname, çand û cudabûna xwe piyê jiyana bi hev re ye. Ev pî jî HDP ye." 
 
HÊLA WÊ YA CIVAKIYΠ
 
Kava, destnîşan kir ku tenê ne hêla siyasî ya piyê sêyemîn, hêla wê ya civakiyî jî pir girîng e û got: "Abdullah Ocalan, di parêznameyên xwe de pir li ser wê disekine. Modela Konfederalîzma Demokratîk e. Çimkî niha sînor bêwate bûne. Li gelek welatên Ewropayê sînor, êdî kevirekî karoyê ye. Hêleke kevir welatek hêla din welat e. Yanî ev qasî bêwate bûne. 
 
KONFEDERALÎZMA DEMOKRATÎK 
 
Li Rojhilata Navîn pêdivî bi Konfederalîzma Demokratîk, yanî bi projeya ku Ocalan pêş xistiye heye. Hûn ne mecbûr in sînoran bi blokên betonî bi qasî 6 metreyan lê bikin. A girîng mirov karibe pev re bijî. Loma em piyê sêyemîn ji hêla siyasî ve nanirxînin. Em bi her awayî esas digirin. Ji xwe Tevgera Azadiyê ya Kurd jî li dijî feraseta hişk a netew dewletê bi awayekî demokratîk têdikoşe. Beriya bi çend salan Ocalan gotibû, 'Niha em vê dikin, lê em sibê rabin bi navekî din pergala dewletê biparêzin, ev nakokiyeke mezin e.' Yanî a girîng ne xêzkirina sînora ye. A girîng ew e ku mirov pergala dewletê ya neteweyî ya li ser van sînoran û li vê erdnîgariyê sist bike, veguherîne pergaleke demokratîk. Eynî wekî rewşa li Tirkiyeyê; yek dewlet, yek gel, yek ala. Li tu welatî gelek bi tenê najî. Gava pergal wiha be, kesên mayî xwe wekî yên dera han hîs dikin. Tu radibî tenê xîtabî gelekî, çandekê û nasnameyekê dikî. Lê li wir reng û dengên cuda jî hene. A girîng ev e. Ev ji bo Sûriye, Iraq, Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn derbasdar e. Heger li erdnîgariyeke nasnameyên cuda û çandên cuda hebin, divê pergala te li gor wê be. Mixabin eynî wekî Komara Ereb a Sûriyeyê... Ma qey tenê ereb li Sûriyeyê dijîn? Na. Kurd jî hene, azerî jî hene, tirkmen jî hene, gelek eksên din jî hene. Lê tenê dibêjin ereb. Tirkiye jî tenê dibêje tirk. Îjar têkoşîna li vira divê têkoşîneke ji tirkbûn û erebûnê wêdetir be.
 
Tu tenê dikarî bi pergaleke ku xîtabî hemû çandan, baweriyan û cudahiyan dike ji civakên Rojhilata Navîn re bibî bersiv. Ew jî, gava em li dîroka xwe mêze dikin tuneye, tiştekî wiha çê nebûye. Lê em dikarin bêjin ku tekane pergala ku pirsgirêkên 5 hezar salî yên Rojhilata Navîn çareser bike pergala Konfederalîzma Demokratîk a Birêz Ocalan e." 
 
SERKEFTIN
 
Kava, destnîşan kir ku gava mirov pergalên demokratîk biparêze divê xurt be û bal kişand ser hêzên demokrasiyê yên ku HDP pêşengiya wan dike. Kava got: "Wê HDP di pêvajoya nû de eniya demokrasiyê xurtir bike, wê xebatên xwe yên ji bo yekîtiya neteweyî xurt bike û wê di vê çaçroveyê de ji bo şikandina tecrîdê serî li rêyên demokratîk bide." 
 
'TECRÎD ALOZÎ YE' 
 
Her wiha Kava bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî. Kava, destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tenê ne li Tirkiyeyê li Rojhilata Navîn hemûyî dibe sedema aloziyê û got: "Em dibînin, kengî hevdîtina bi Birêz Ocalan re tê astengkirin şer, alozî û komkujî zêde dibin. Li Tirkiyeyê eniyeke heye, aştiyê diparêze. Ji xeynî xurtkirina vê eniyê wekî din tu alternatîfek me tuneye." 
 

Sernavên din

16/03/2020
13:04 HDP: Emê Helebçê û Beyazîtê nedin jibîrkirin
12:13 Biranîna Helebçeyê ji ber vîrûsa korona hat betalkirin
12:12 Daneşînên dozên kesên ne girtî ji ber vîrusa koronayê taloq bûn
12:03 Rojnameger Turfent: Li girtîgehan tedbîra li dijî vîrûsê tune
12:02 Agahiya te jê heye?
11:57 Edliyeya Amedê hat girtin!
11:43 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em bi yekitiyê dikarin rê li pêş jenosîdan bigirin
11:37 Îfadegirtina parêzeran dest pê kir: Sûcdarî hevdîtina muwekîlan e
11:37 Bandora vîrûsê ya îro: 3 welatan OHAL îlan kirin, yekemîn testa derziyê wê bê kirin
11:29 HDP'ê ji bo tedbîra li girtîgehan a li dijî Vîrûsa Corona pêşnûmeqanûn da meclîsê
11:06 Wekî salên 1990'an dê agirê Newrozê li taxên Stenbolê geş bibe
10:53 Xwendekaran şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê derket
10:42 Karkerên Oz Îplîk Îş'ê derbasî Tekstîl Sen'ê dibin
10:01 KCD: Helebçe nayê jibîrkirin
09:45 Ciwanên Amedî ji sedi 83.1 ji pêşerojê bi fikar in
09:31 Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin
09:12 Can: Demokrasiya ku pirsgirêka kurd çareser neke nayê hembêz kirin
09:11 Tehdeya ‘bêkesan’ li 974 cenazeyan dikin
09:11 Li girtîgehan tenê bergiriya taloqkirina hevdîtinan heye!
09:10 Bandora korona ya li ser aboriyê: Aboriyeke bêîstîkrar li benda me ye
09:01 Qeyûm qanûn binpê kir, sîlûeta bajêr bi 1,5 mîlyonî xirab kir
09:01 Polîs zextan li xwendekarên jin dikin
09:01 Şahidên Newroza 1992’yan: Li ser serbanan agir qet ne tefiyan
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2020'AN
15/03/2020
17:05 Grup Yorum: Em bibin dengê Mustafa, Hêlîn û Îbrahim
16:55 Wezîr li Milazgîrtê 4 keyayên gundan ji peyvirê girtin
16:20 Esker li Çoltara Liceyê derketin operasyonê
16:19 Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin
15:57 Nûnerên partî û rêxistinên civakî çûn şîna malbata Akyuz
15:43 El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libya
15:20 Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin
14:53 Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket
14:09 Mirin bi bêhna sêvan belav bû
14:06 Ji ber vîrûsa korona îro çi qewîmî?
13:15 Cenazeyê Daşdemîr 40 roj şûnde ji bin aşûtê derxistin
12:14 Li sînorê Xabûrê 15 roj şûnde wesayet dezenfekte kirin
12:08 Li Manîsayê midûrê girtîgehê: Hewce be ezê we bikujim
11:27 KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin
11:17 Di şerê 9 salan de li Suriyeyê 384 hezar kes hatin kuştin
11:16 Kuçikek li qeta 5’an asê ma
10:54 Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Yilmaz sibê ye
10:46 Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin
09:40 Gulay ê Hemşinî fêrî Kurdî dibe
09:08 'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'
09:07 Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk
09:05 Li Wanê tevdîr baş nayên girtin
09:04 Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
09:03 Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûk çap kirin
09:02 Qeyûm Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê da midûriyeta park û baxçeyan!
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
14/03/2020
20:55 Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt
17:18 Ji HDP'ê giştînameya Vîrûsa Corona
16:22 HDP û saziyên sivîl çûn serdana şîna Eryilmaz
16:13 Li Kurdistana Başûr 842 kes di karantînayê de ne
16:12 ‘Eger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê felaketê bîne'
15:39 Di vîrûsa koronayê de jî cudakarî derket holê: Mizgeft hatin dezenfektekirin, cemxane û dêr nehatin kirin
15:10 Dê Dayikên Şemiyê ji ber vîrusê bi remzî li hev kom bibin
14:55 Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne
14:36 Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
14:22 ‘Li dijî vîrûsa Korona divê li girtîgehan tedbîr bên girtin’
14:05 Welatiyên Dêrikê agirê Newrozê geş kirin
14:00 Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
13:38 Prof. Fîncanci li dijî mudaxaleya bi zorê hişyarî kir
13:28 Li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê hat pirsîn
13:24 Ji serokên 24 baroyan daxuyaniya hevpar: Hempîşeyên me demildest berdin
13:11 Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin
12:48 Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
12:27 Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
11:40 Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin
10:58 Piştî 36 rojan careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê dest pê kirin
10:51 Li ser sînor cenazeyê 7 penaberan hat dîtin
10:46 Ji Rêxistina Tenduristiyê bi kurdî hişyariya vîrûsa Koronayê
10:25 Li Stenbolê fikara Vîrûsa Corona
09:55 Li Meletiyê muxtarek hat girtin
09:44 Ji ber cînayeta zarok Dumez 2 kes hatin girtin
09:31 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
09:20 Evgeny Grînko li Amedê konser da
09:01 Her maskek çîroka jinekê ye
09:01 ‘Piyê sêyemîn HDP ye'
09:01 Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin!
09:01 Hatay ji ber şerê li Idlîbê bêzar e
09:01 Nexweşxane heye lê bijîşk tune ye
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN
08:55 Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqereyê danî
13/03/2020
16:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:14 Sûxûrî li siyasetmedar Ahmet Kaya hatiye ferzkirin
15:10 Li Şirnexê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
14:44 Li dijî binçavkirina parêzeran nerazîbûn: Em parastinê diparêzin
14:23 Ji 81 bajaran, tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin
13:52 Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila Mizrakli were berdan
13:35 Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan