AMED - Li navçeya Çinarê, ji ber kuştina Muhammed Velî Dumez ê 8 salî 2 kes hatin girtin.
Mûhammed Velî Dumez (8), di 21'ê çileyê de li gundê Sergelya ya navçeya Çinarê ya Amedê winda bûbû û piştre di avahîyek kavil de bi awayekî serçavê wî parşekirî hatibû dîtin. Piştî dîtina xwe li gel hemû madaxaleyan Dumez jiyana xwe ji dest dabû. Têkildarî cînayeta Dumez, 6 kes hatibûn binçavkirin û paşê hatibûn berdan. Meta Dumez H.T. û kurên xwe E.T. û O.F.T., bûka malbatê B.T. û S.O. û xalê Dumez V.T. duh careke din ji aliyê cendirmeyan ve hatin binçavkirin.
Her 6 kes jî piştî îfadegirtina wan a li qereqola cendirmeyan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ji her şeş kesan E.T., O.F.T. û B.T. piştî îfadedayîna xwe ya li dozgeriyê hatin berdan û H.T. û S.O. jî sewqî dadgehê hatin kirin û hatin girtin.
Îfade dayîna xalê Dumez V.T. a li qereqola cendirmeyan berdewam dike.