MELETÎ - Li Meletiyê, muxtarek bi îdîaya li ser hesabê xwe yê medya civakî heqaret li Ataturk kiriye, hat binçavkirin û dure hat girtin
Muxtarê gundê Çanakli yê navçeya Kale ya Meletiyê M.B., bi îdîaya li ser hesabê xwe yê medya civakî heqaret li Ataturk kiriye, hat binçavkirin. Hatibû gotin ku di lêgerîna mala M.B. hat kirin de, tifingek hat dîtin.
Muxtar M.B. ê duh lêpirsîna wî ya li Qereqola Leşkerî ya Batalgazî bi dawî bû, sewqî Edliya Meletiyê hat kirin. Muxtarê ku dozger îfadeya wî girt, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Dadgehê bi îdîaya “li gel xwe çek girtin” û “Heqaret li Ataturk kirin” muxtar girt û şand girtîgehê.