STENBOL - Li Stenbolê ku 15 milyon mirov lê dijî Vîrûsa Corona mirov xistin nava tas û wazê. Ji ber vîrûsê kirîna lepik û rûpaşan zêde bû. Hin Stenbolê ku nikarin van malzemeyên parastinê bikirin, diyar dikin ku vê meseleyê zêde mezin dikin. Hin welatî jî diyar dikin ku rayedar li gorî tê xwestin tedbîrê nagirin.
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Vîrûsa Corona wekî "pandemî" (Şewba gerndûnî) pênase kir. Vîrûsa ku bi kurtasî (Kovid-19) tê zanîn, li hemû welatên cîhanê belav dibe. Vîrûsa ku di Kanûna 2019'an de li bajarê Vuhan ê Çînê derket holê, niha Tirkiye jî di navde li 120 welatan belav bû. Li gorî lîsteya îstatîstîkan a Worldometersê li tevahiya cîhanê ji ber vê vîrûsa Corona 5 hezar mirovan jiyana xwe ji dest dan. Niha 134 hezar mirov bi vê nexweşiyê ketine.
Piştî wezîran aşkere kir ku li Tirkiyeyê li ser 5 kesan vîrûs hatiye dîtin fikara mirovan zêde bû. Gelek bername û planên xwe yên bi komî û girseyî betal kirin. Mîtîng, panel hatin betalkirin. Dibistan ketin betlanê. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettin Koca duh diyar kir ku li Tirkiyeyê li ser 5 kesan ev vîrûs hatiye dîtin. Herî zêde li Stenbolê ku 15 milyon mirov lê dijîn ketin nava fikaran.
LEPIK Û RÛPOŞ NAYÊN DÎTIN
Piştî wezîr Koca aşkere kir ku li Tirkiyeyê vîrûs heye, her kesî berê xwe dan firoşgehên lepik û maskeyan. Bi taybetî kolonya, destmalên şil û berhemên paqijiyê zêde tên firotin. Firotina van malzemeyan pir zêde bû. Êdî welatiyên dixwazin, rûpoş û lepikan bistînin, zû bi zû nikarin bi dest bixin. Ji ber ku êdî daxwaz zêde ye, lê malzeme li piyasê tune. Li aliyê din jî buhayê van malzemeyên paqijiyê ji sedî 100-500 zêde bû. Dîsa şîrketên ku van malzemeyan difiroşin li cem xwe malzeme depo dikin û piştî buha dibe derdixin piyasê.
FÎRMAYAN DEST BI TUCARIYA MALZEMEYAN KIR
Hin fîrmayan ev ji bo xwe kirin deriyê rantê. Tirsê zêde dikin û malzeme bi buhayekî zêde difiroşin. Li ser gelek panoyên reklaman nivîsa "Tirs li ber derî ye" û dest bi firotina malzemeyan dikin. Li kolanê jî mirovên maskê dixwin rûyê xwe her ku diçe zêdetir dibin. Yekîneyên Taybet ên şaredariya Stenbolê dest bi tedbir û paqijiyê kirin. Yekîne bi taybetî li hundirê otobus, metro, tramvay û maşineyên komî paqijiyê dikin û dezenfekte dikin. Welatiyên bi zekem û giribê dikevin jî fikara gelo "Vîrûsa Corona ye" derdixe pêş. Welatî herî zêde li dijî hikûmetê bi bertek in. Welatî diyar dikin ku hikûmet agahiyan vedişêre û bi qasî tê xwestin welatiyan agahdar nakin.
‘HEWCE BI TIRS Û FIKARA ZÊDE TUNE'
Welatî Serkan Peker anî ziman ku hewce bi fikar û tirsa zêde tune û xwest mirov bi xwe tedbîrên xwe bigirin û wiha got: "Gel der barê vê nexweşiyê de zêde nayê agahdarkirin. Li ser medya civakî agahiyên qirêj hene. Divê agahiyên rast bên kirin. Di firotina maske û lepikan de meseleyê zêde mezin dikin. Hewce nake ku zexîre li malê depo bikin. Hewce bi tirs û panîkê tune ye. Divê Stenbol her dem paqij bê girtin. "
‘CORONA NAVÊJE VAY EZ HATIM'
Xwendekar Raşît Tanriover jî anî ziman ku bi piranî di nava civakê de tirsek heye û wiha got: "Hikûmet bi qasî tê xwestin welatiyan agahdar nake. Bûyer li Çînê pêş ket, lê tirs gihişt vir. Yên malê hemû amadekariyên xwe kirine. Lêçûna ji bo vê nexweşiyê zêde bû. Ez 1-2 metreyan ji mirovan dûr disekinim. Ji bo min pir zor e. Ez diçim dersxaneyê. Bi rêk û pêk destê xwe dişom."
ME BI XWE TEDBÎRÊN XWE GIRTIYE'
Welatî Neriman Nergiz jî anî ziman ku wan bi xwe tedbîrên xwe girtine û wiha got: "Me kolonya û dezenfekte stendiye. Niha di çantê min de heye. Ez diçim ku li destê xwe dikim. Min Maske û dezenfekte stend. Diyar bû ku dê bê Tirkiyeyê. Em bi fikar in. Em li dolmîş û otobusan suyar tên. Em destê xwe didin her derê."
MA / Îdrîs Sayilgan