WAN - Li navçeya Miksê, Piştî 36 rojan ji bo Mehmet Taşdemîr ku di bin aşûtê de mabû, careke din xebatên lêgerînê hatin destpêkirin.
Di 4 û 5'ê Sibatê de li navçeya Miksê ya Wanê 2 aşût çêbûbûn û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 84 kes jî birîndar bûbûn. Xebatkarê agirkujê Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de mabûn û ji ber şertên nebaş ên hewayên xebatên lêgerîna wî hatibûn rawestandin. Piştî 36 rojan îro careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê hat destpêkirin. Walîtiya Wanê têkildarî mijarê daxuniyek da û diyar kir ku piştî rê vebûna ji bo Taşdemîr xebatan dane dest pê kirin û ji bilî komên lêgerînê ji bo tu kesî destûra derbasbûna herêmê nedane.