NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser, ji bo vîrûsa Korona rêze tedbîr standin û navber da perwerdehiya dibîstan û zanîngehan.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî vîrûsa Korona rêze tedbîr girtin û navber da perwerdehiya dibistan û zanîngehan. Rêveberiya Xweser têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û biryarname xwe ji raya giştî re aşkere kir.
Rêveberiya Xweser di biryarnameya xwe ya tedbîrên li dijî vîrûsa korona de, wiha got:
" Ji bo parastina xeteriya ku vîrûsa Korona ava dike û ji bo nehiştina belavbûna wê ku bûye krîza cîhanî û weke bergiriya baldariyê, me ev bergirî girtin.
* Tevahî kombûnên li herêmên Rêveberiya Xwesera Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin qedexekirin.
* Tevahî dibistan, zanîngeh, peymangehên (xwendekar û mamoste) li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji roja şemiyê ango dîroka 14`ê Adara 2020`an heta demeke ne diyar tên girtin.
* Qedexe ye ku kesek di tevahî deriyên sînor ên girêdayî Rêveberiya Xweser ji bilî kesên ku ji niştecihên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne derbas bibe û tenê roja sêşemê di hefteyê de ji bo derbasbûnê ji diyarkirî ye.
* Dê derî, dibistan, zanîngeh û peymangeh bi biryara ji Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku pêştre bistîne bên vekirin.
* Biryara hejmar 15 a girêdayî deriyê Sêmalka ku di 27.02.2020`an de hat derxistin jî, heta demeke ne diyar di meriyetê de ye.
*Ev agahî wê ji hemû kesan re bên ragihandin."