RIHA - Serokên baroyên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de serokên 24 baroyan bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kirin ku hempîşeyên wan ên binçavkirî bên berdan.
Di 12'ê adarê de di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Rihayê de, li Amed, Riha, Wan û Şirnexê polisan bi ser malan de girtibûn, 9 parêzer, 12 gardiyan gelek kesên ku ji girtîgehê derketibûn binçav kiribûn. Serokên baroyên Amed, Stenbol, Enqere û Îzmîrê jî di nav de serokên 24 baroyan têkildarî binçavkirina parêzeran daxuyaniyeke hevpar dan û daxwaz kirin ku hempîşeyên wan ên di bin çavan de bên berdan.
Baroyan, di daxuyaniya de bi bîr xistin ku 7 parêzerên Baroya Rihayê, 2 parêzerên Baroya Amedê hatine binçavkirin û 2 jê li Amedê 1 jê jî li Şirnexê bi giştî derbarê 3 parêzeran de jî biryara girtinê hatiye derxistin.
Daxuyaniya serokên baroyan bi kurtayî wiha ye:
"Ji ber ku derbarê lêpirsînê de biryara nepeniyê heye, em nikarin derbarê naverokê de agahiyan bi dest bixin. Ev yek jî dibe sedema gumanên micid, bi qasî ku em ji binçavkirin û lêgerînan fêm dikin, hempîşeyên me ji ber xebatên xwe yên pîşeyî bi vê mdaxaleyê re rû bi rû mane. Tê fêmkirin ku bi vê yekê binpêkirina hikmên qanûnî ya darizandina parêzeran pêk hatiye.
Dîsa hefteya borî hempîşeyê me Parêzer Alî Kahraman ku endamê Baroya Mêrdînê ye jî li ser îxbar kirina şahidekî nepen ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hat girtin. Bi heman rengî 18 hempîşeyên me yên endamê ÇHD'ê jî bi salan e berdayî tên darizandin.
Sucê wî çi dibe bila bibe mafê herkesî heye ku parastina xwe bike û ji bo parastinê piştgiriyê ji parêzerekî bixwaze û ev yek pêwîstiyeke dewleta hiqûqê ye. Ji ber vê yekê parêzer nikare ji ber vê peywirê xwe bê binçavkirin, girtin û darizandin.
Li her sê bajaran tişta ku bi hempîşeyên me hatiye kirin, tevgereke bêdengkirina parastinê ya li tevahiya welat e. Ev yek nayê qebûlkirin.
Em kesên ku îmzeya me lê jêr heye; daxwaz dikin ku hempîşeyên me demildest bên berdan û destnîşan dikin ku em li cem hevalên xwe ne."
Serokên baroyên ku metnê îmze kirine wiha ne:
Serokê Baroya Rihayê Parêzer Abdûllah Oncel, Serokê Baroya Amedê Parêzer Cîhan Aydin, Serokê Baroya Şirnexê Parêzer Nûşîrevan Elçî, Serokê Baroya Edene Parêzer Velî Kuçuk, Serokê Baroya Semsûrê Parêzer Mustafa Koroglû, Serokê Baroya Agiriyê Parêzer Salîh Aydin, Serokê Baroya Enqereyê Parêzer R.Erînç Sagkan, Serokê Baroya Antalyayê Parêzer Polat Balkan, Serokê Baroya Artvînê Parêzer Alî Ûgûr Çagal, Serokê Baroya Êlihê Parêzer Abdulhamît Çakan, Serokê Baroya Çewlîkê Parêzer Hanîfî Bûdancamanak, Serokê Baroya Bûrsayê Parêzer Gurkan Altûn, Serokê Baroya Colemêrgê Parêzer Ergun Canan, Serokê Baroya Hatayê Parêzer Ekrem Donmez, Serokê Baroya Dîlokê Parêzer Bektaş Şarkli, Serokê Baroya Stenbolê Parêzer Mehmet Dûrakoglû, Serokê Baroya Îzmîrê Parêzer Ozkan Yucel, Seroka Baroya Mêrdînê Parêzer Îsmaîl Elîk, Serokê Baroya Mersînê Parêzer Bîlgîn Yeşîlbogaz, Serokê Baroya Mûşê Parêzer Ferîdûn Taş, Serokê Baroya Sêrtê Parêzer Nîzam Dîlek, Serokê Baroya Dersimê Parêzer Kenan Çetîn, Serokê Baroya Wanê Parêzer Zulkuf Ûçar, Serokê Baroya Yalovayê Parêzer Fedaî Dogrûyol