STENBOL - Seroka TÎHV'ê Prof. Dr. Şebnem Korur Fincancî, têkildarî mudaxaleya bi zorê ya li dijî endamên Koma Grup Yorum Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek ên di rojiya mirinê de ne, nerînên xwe anîn ziman û diyar kir ku ev mudaxaleya bi zorê dê bêtir hêrs û bertekên civakê zêde bike.
Seroka Waqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û pispora saziya tipa edlî, Prof. Dr. Şebnem Korur Fincanci, bal kişand ser mudaxaleya bi zorê ya li dijî endamên Koma Grup Yorum Helîn Bolek û Îbrahim Gokçek û hişyarî kir. Bolek û Gokçek ku li malên xwe yên li Sariyerê çalakiya Berxwedanê berdewam dikirin, di 10'ê Adarê de polîsan bi ser malên wan de girtibûn û bi zorê mudaxaleyî wan kiribûn. Bi zorê biribûn Nexweşxaneya Lêkolîna Perwerdehiyê ya Umraniyeyê. Fîncanci, li ser hesabê xwe yê twitterê agahî parve kirin û bal kişand ser rewşa Gokçek û Bolek û berpirsiyariya hekîm û xizmetkarên tenduristiyê.
Prof. Fincanci, li ser berpirsiyariya hekîm, xizmetkarên tenduristiyê û peymana navneteweyî ya hiqûqa xizmeta tenduristiyê ku Tirkiye îmze kir û di Rojnameya Fermî deweşand û xwest her kes li gorî wê tev bigere. Fîncanci, anî ziman ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê, amûr û çalakiyên ku mirov bi vê yekê dixwaze deng û daxwazên xwe bigîne rayedaran û cîhanê. wiha got: "Rojiya mirinê û greva birçîbûnê rêbazek lêgerîna maf e. Di dîrokê de li gelek qadên cîhanê ev çalakî hatine li dar xistin. Mirovan bi vê çalakiyê dengê xwe bilind kirine û bal kişandine ser daxwazên xwe. Ji bo me xizmetkarên tenduristiyê pêvajoyek pir dijwar e. Em koma xizmetkarên ku ji bo em bidin jiyandin me perwerde dîtiye. Lê em xwedî berpirsiyar in ku bê alî nêzî vê meseleya ku bi mirinê bi encam dibe, bibin. Ev berpirsiyariya ku tiştek ji destê me nayê me pir bêzar dike. Divê li dijî biryara mirovan a bi vîna xwe ya azad girtiye, em hurmetê nîşan bidin. Ev yek di danezan û peymanên navneteweyî de jî heye. Min ev rewş li ser mudaxaleya li dijî çalakiya çalakger Mustafa Koçak û Endamên Koma Grup Yorumê Helin Bolek û İbrahim Gokçek ya bi zorê mudaxale kirine nivîsî.
Ez weke mirovek dildarê @insanhaklari (TİHV) û @ihd_genelmerkez @ihdistanbul 30 salin çalakiyên greva birçîbûnê û rojiyên mirinê weke çavdêrek serbixwe dişopînim. Ez bi nasnameya xwe ya hekîmtiyê xwedî erkim hin hişyariyan bikim. Di dildariya @ttborgtr a hekîman de klavûza der barê vê meseleyê de hatiye amadekirin. Li aliyekî wekî xizmetkarên tenduristiyê ewil bi rêgeza zerarê nede tev digerin, li aliyê din ji bo mafê wan ê mirovî pêk bê û dawî li çalakiyê bînin li çareseriyê digerin. Em wekî parazvanên mafên mirovan demek dirêj e ji bo konserên Koma Grup bêr serbestkirin û ji bo Mustafa Koçak bi awayekî adîl bên darizandin, me hewl dida randevû ji rayedaran bixwazin. Di 11'ê Adarê de bi mudaxaleya li dijî çalakgeran em fêr bûn ku armanca wan ne çareserî ye. Dema ez çûn nexweşxaneyê kesekî sivîl ku wekî midûrê polîsan da naskirin, li gel koma xwe ya polîsan hewl dida xizmên çalakgeran ku bi fikar dihatin nexweşxaneyê asteng bikin. Ez fêr bûm ku ew koma wan bi armanca ji bo nexweşan bibin rîsk û çavkaniya stresê li wir radewistin. Li wir ji xeynî polîs û ewlekariyê nexweşxaneyê muxatab tune bûn. Min ji kekê sivîl ku xwe wekî midûrê polîsan nîşan da belgeyê raye û erka nivîskî xwest. Min got ku ev tune be sûcê bi zorê desteserkirinê ye. Şaş û maş bû û got ji girtîgehê ferman hatiye. Li wir xizmetkarên tenduristiyê tune bû. Di vê navberê de dema çalakgerên grevê anîn hişê wan li serê wan bû. Konsultasyona wan a Psîktriyatê hatibu kirin. Hêz û vîna wan ku bi xwe biryara xwe bidin hebû. Rapor kiribun ku bi vîna xwe ya azad vê çalakiyê berdewam dikin. Piştre herdu çalakgeran bi destê xwe îmze kiribûn ku bi vîna xwe ya azad xwarinê qebûl nakin. Em fêr bûn ku saet di 15.30’an de heyetek ji 7 kesan pêk tê hatine bi wan re hevdîtin kirine. Pişti ez fêr bûm ku heyet çûye, ez li fîrmaya ambulansê ya @insanhaklari geriyam û min bang li ambulansan kir. Xizmên wan alav û amûrên wan kom kirin. Her du jî pir xemgîn bûn. Dema ambulans hatin saet bûbû 16.30. Li Koridoran polîs pir zêde bûbûn. Yên bi üniforma jî tev li wan bûbûn.
Dema paramedik û sedye şandin qadê polîsan ez rawestandim. Diyar kirin ku heta biryara heyetê neyê tu nikare biçe. Min got heyet li ku ye. Lê bersîv nedan."
Şebnem Korur Fincanci, anî ziman ku ev pêvajoya mudaxaleyê li dijî pîvan û rêgezar kirin û belgeyên ne fermî îmze kirine. Fincanci, da zanin ku tişta hatiye kirin li dijî zanist, zagon û hiqûqê ye û peymanên ku bi xwe îmze kirine binpê kirine. Fîncanci, anî ziman ku ev mudaxaleyên bi vî rengî bêtir civakê sor dike û bertekan zêde dike.