MÊRDÎN - Piştî ji ber vîrûsa Corona pîrozbahiya Newrozêya bi girseyî hat betalkirin, welatiyên Dêrikê li Gundê Simaqîyê kom bûn û xwe bi xwe agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin.
Partî û rêxistinên kurdan îsal ji ber talûkeya Vîrûsa Corona şahî, mîtîng û pîrozbahiyên girseyî yên Newroza 21'ê Adarê taloq kirin. Ji ber biryara betalkirina pîrozbahiyê, welatiyan bi derfetên xwe Newroz pîroz kirin. Piştî li Navçeya Stewrê welatiyan Newroz pîroz kir, şevê din welatiyan li Gundê Simaqî yê Dêrikê kom bûn û Agirê Newrozê geş kirin û Newroz pîroz kirin. Welatiyan piştî agirê Newrozê geş kir, li dora agir kom bûn û govend gerandin û dirûşme berz kirin. Welatiyan piştre fîşekên hewayî teqandin û Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya welatiyan heta derengê şevê berdewam kir.