STENBOL - Dayikên Şemiyê, di hefteya 781'emîn de aqûbeta Parêzer Metîn Can û Bijîjk Hasan Kaya ku di sala 1993'an de li Xarpêtê hatibûn qetilkirin pirsîn. Dayik, ji ber vîrusa koronayê hefteya bê dê çalakiya xwe bi awayekî remzî berdewam bikin.
Di hefteya 781'emîn de jî çalakiya Dayikên Şemiyê ku bi salan e aqûbeta windayan dipirsin û daxwaza cezakirina faîlan dikin, li Qada Galatasarayê ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Li ser astengkirinê, dayikan çalakiya xwe dîsa li kuçeya ku Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê lê ye, di bin dorpêça polisan de li dar xistin. Malbatan tîşortên wêneyên windayan li ser wan li xwe kirin û qurnefîlan hilgirtin. Di çalaliya vê hefteyê de aqûbeta Parêzer Metîn Can û Bijîjk Hasan Kaya ku di sala 1993'an de li Xarpêtê hatibûn qetilkirin, hat pirsîn. Parlamenterê CHP'ê Sezgîn Tanrikûlû û gelek parastvanên mafên mirovan piştgirî dan çalakiyê.
CENAZEYÊ WAN LI QEREQOLÊ HAT DÎTIN
Endamê Komîsyona Windayên di bin Binçavan de ya ÎHD'ê Sebla Arcan, daxuyaniya ku hatibû amadekirin xwend û diyar kir ku windakirina di bin çavan de sûc e û binpêkirina mafê mirovan e. Arcan, piştre çîroka Parêzer Metîn Can û Bijîjk Hasan Kaya vegot. Arcan, diyar kir ku Can û Kaya di salên 1990'î de li Xarpêtê bi hev re têkoşîna mafê mirovan dane û ji ber têkoşîna xwe timik gefên kuştinê li wan hatine xwarin. Arcan, detnîşan kir ku piştî gefên kuştinê di sala 1993'an de Can û Kaya her du bi hev re hatine kuştin û canezeyê wan li nêzî qereqola cendirmeyan hatiye dîtin.
'JI WÊ ROJÊ HETA NIHA TU TIŞT NEGUHERIYE'
Piştî axaftina Arcan, xwişka Can Akan can axivî û ev tişt got: "27 sal e êşa me hê jî taze ye. Ji wê rojê heta niha tu tişt nehat kirin. Di rojên ku winda bû de polis hatin cem dayika min û jê re gotin ku tu zanî li kur e û pirsa çima digirî jê kirin. Tiştekî ku ez bibêjim nabînim. Hêvîdarim ku rojek sûcdar bên cezakirin."
BÎRDAL NAME ŞAND
Akin Bîrdal ku dema Can û Kaya hatin qetilkirin Serokê Giştî yê ÎHD'ê bû jî ji çalakiyê re nameyek şand û ragihand ku dê Can û Kaya ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.
WÊ B REMZÎ BÊ LIDARXISTIN
Arcan, di dawiya çalakiyê de diyar kir ku ji ber vîrusa koronayê hefteya bê dê çalakiya xwe bi awayekî remzî li dar bixin.