AMED – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku di bin rêveberiya qeyûm de ye li dijî vîrûsa koronayê tenê ji bo mizgeft û kursên Qûranê yên aîdî cemaetan karê dezenfekteyê da destpêkirin, lê qeyûm li Dêra Dayika Meryem û tekane cemxaneya bajêr dezenfekte nekir.
Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye kirin li dijî vîrûsa koronayê ji mekanên baweriyê tenê xebatên dezenfekteyê li mizgeftan da destpêkirin. Ekîbên Serokatiya Daîreya Parastina Derdorê û Kontrolê li dijî vîrûsa koronayê xebatê tenê li mizgeft û kursên Qûranê yên aîdî cemaetan dan destpêkirin. Şaredariya di bin rêveberiya qeyûm de ji bo dêr û tekane cemxaneya bajêr karê dezenfekteyê neda destpêkirin. Dêra Dayika Meryem a ku turîstên herêmî û biyanî bênavber ziyaret dikin û îbadet lê tê kirin nehat dezenfektekirin.
‘EM BI XETERE NE KU BÛYER BELAV BIBE’
Keşeyê Dêra Dayika Meryem Yûsûf Akbûlût da zanîn ku mizgeft hatine dezenfektekirin lê ji bo dezenfektekirina dêrê xebat nehatiye kirin. Akbûlût diyar kir ku li dêrê îbadet nehatine taloqkirin û ji ber vîrûsa koronayê metrisiyên wan hene. Akbûlût bi bîr xist ku turîst her tim tên serdana dêrê û ji ber vê yekê bi bi endîşene ku buyerek vîrûsê belav bibe. Akbûlût anî ziman ku tevî wan daxwaz kiriye jî heta niha kes li wan neziviriye û got: “Pêwîste dêr gavek beriya gavekê were dezenfektekirin.”
‘JI BO BAWERIYÊN DIN HESASIYET NÎNE’
Serokê Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Abdal (PSAKD) a Şaxa Amedê Cafer Kolûman jî da zanîn ku cemxaneya wan nehatiye dezenfektekirin û wiha got: “Em nûçeyên derbarê tedbîrên li bajêr tên girtin dibînin. Lê ev ji bo dezenfektekirina cemxaneya me tu xebat nehatiye kirin. Tevî ku daxwazek meleyan ji bo mizgeft werin dezenfektekirin nîne jî lê mizgeftan xebat hatiye destpêkirin. Ji bo dezenfektekirina mekanên baweriyên din tu hesasiyet nehatiye nîşandan. Ji bo cemxaneya me were dezenfektekirin, em ê serî li şaredariyê bidin.”
MA / Lezgîn Akdenîz