NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên windayan û parazvanên mafên mirovan li Stenbol, Enqere û Îzmirê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Malbatan bal kişand ser Vîrûsa Corona û diyar kirin ku eger ev vîrûs li girtîgehan belav bibe dê bi xwere felaketek pir mezin bîne. Malbatan xwest girtiyên nexweş serbest bên berdan.
Nûner û rêveberên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) û xizmên girtiyan li Îzmir, Enqere û Stenbolê daxuyanî dan û bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş. Malbat û parazvanên mafên mirovan ji ber vîrûsa Corona xwestin hemû girtiyên nexweş bi lez serbest bên berdan
STENBOL
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê û xizmên girtiyên neweş di hefteya 416’an de xwestin li Qada Galatasarayê kom bibin û çalakiya F'an berdewam bikin. Malbat û parazvanên mafên mirovan li Qada Galatasarayê dîsa rastî astengiyê hatin û li pêş şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyanî dan. Xizmên girtiyan vê carê bal kiyandin ser rewşa girtiyê nexweş yê ji sedî 98 astengdar Sardal Yildirim û xwestin Yildirim serbest bê berdan. Parazvanên mafên mirovan û xizmên girtiyên nexweş tev li çalakiyê bûn. Komê di çalakiyê de pankartên “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyandin" vekirin û wêneyên girtiyên neşweş û qurnefil xistin destê xwe. Di çalakiyê de endamê Komisyonê Mehmet Acetin, anî ziman ku pergala înfaza heyî li ser bingehê dijmirovî hatiye avakirin û armanca girtîgehen tîpa F jî sînorkirina mafên mirovan e. Acetin, diyar kir ku ji ber pergala heyî mafê girtiyan ên tenduristî, perwerdehî û civakî tev tê astengkirn û wiha got: "Mafê girtiyan ên kovar, pirtûk, rojnameyan tên astengkirin. Girtiyan dema dibin nexweşxaneyan destê wan kelepçe dikin û rastî gelek binpêkirinên mafan tên.
HIŞYARIYA VÎRÛSA CORONA
Acetin, anî ziman ku qat bi qat zêdeyî kapasîteya girtîgehan girtî hene û di nava şert û mercên ne paqij de dijîn. Acetîn, da zanîn ku girtî li girtîgehan bi rîskekî mezin re rû bi rû ne û xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan. Acetîn xwest rayedar li dijî vîrûsa corona li girtîgehan tedbîrên mezin bistînin. Acatin, da zanîn ku girtî di bin rîskek mezin û gefên giran de dijîn û xwest ev feraset bi dawî bibe.
Acetîn piştre bal kişand ser rewşa Serdal Yildirim ê ji sedî 98 felç û xwest bi lez serbest bê berdan.
ENQERE
Înîsiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî û xizmên girtiyan jî bi heman armancê li pêş Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê daxuyanî dan çapemeniyê û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Înîsiyatif di hefteya 288'an li pêş ÎHD'ê kom bûn û bal kişandin ser rewşa Cemal Tanhan ê li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê. Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê Fatin Kanat, diyar kir ku girtî Cemal Tanhan 65 salî ye û wiha got: "Tanhan ji sala 1994'an heta niha girtî ye. Gelek nexweşiyên wî yên kronîk hene. Nexweşiyên diyabet, tansiyon, kolesterol/trigliserit, kronik anemî, reflu û nexweşiya çavan heye. Ji ber temenê xwe nexweşî lê giran bûne. Ji bo Tanhan bi rêk û pêk bê dermankirin divê Tanhan bê berdan."
ÎZMÎR
Rêveberên Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê û xizmên girtiyên nexweş jî bi heman armancê li pêş Sumerbank a Berê ya Konakê kom bûn û daxuyanî dan. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Rêveberên HDP'ê yên Îzmirê û endamên meclîsa Dayikên Aştiyê jî tev li çalakiyê bûn. Komê di çalakiyê de pankarta "Bêdeng nebe, dê dor bê we jî" vekirin û xwestin girtiyên nexweş bên berdan. Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Îzmirê Zafer Încîn daxuyanî da û bal kişand ser Rapora 2'emîn a Giştî ya Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT). Încîn xwest Abdulkerîm Varişli yê li Girtîgeha Tîpa T a Akhisar a Manîsayê û xwest Varişli serbest bê berdan.