HEWLÊR - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê, diyar kir ku heya niha 3 hezar û 219 kes di kontrola vîrûsa Koronayê re derbas bûne, 842 kes di karantînayê de ne û tenê 28 kes bi koronayê ketine.
Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Federal a Kurdistanê derbarê vîrûsa Korona (Kovîd-19) a li tevahiya cîhanê belav bûye de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku bi belavbûna koronayê re, heya niha li Herêma Federal a Kurdistanê 3 hezar 219 kes di kontrola tenduristiyê re hatine derbaskirin û ji van jî tenê 842 kes di karantînayê de mane.
Wezaretê, di daxuyaniya xwe de bal kişandin ser 28 kesên bi virûsa Koronayê ketine û wiha got: "Heya niha tenê kesekî jiyana xwe ji dest daye, kesek hatiye dermankirin û yên din jî, di bin çavdêriyê de ne."