AMED – Rêveber û endamên HDP’ê, MEBYA-DER, TUAY-DER, KÎD, Dayikên Aştiyê û gelek welatî çûn serdana şîna endama HPG’ê Zehra Eryilmaz.
Malbata Eryilmaz, cenazeyê keça xwe Zehra Eryilmaz a HPG’yî ku di operasyona eskerî ya di 7-8’ê kanûnê de li Zozanên Şênê bi çar hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dabû, piştî 96 rojan ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê wergirtibû. Malbatê cenaze di dorpêça polîsan de di 12’ê adarê de li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê spartibû axê. Malbat ji bo keça xwe li Mala Şînê ya Farqînê ya li Taxa Bagcilar a navçeya Rezan a Amedê serdanên sersaxiyê qebûl dike.
Endam û rêveberên HDP’ê yên bajêr, yên navçeyên Rezan, Peyas, Sûr, Yenîşehîr û Farqînê, endam û reveberên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD), Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER), Dayikên Aşitiyê û gelek welatî çûn serdana şîna malbata Eryilmaz û ji malbatê re sersaxî xwestin.
Şîna Eryilmaz wê sibê bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.