ENQERE - Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî Vîrûsa Corona ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re giştînameyek şand û xwest hemû çalakî, şahî û xebatên xwe heta 2 mehan taloq bikin û bi baldarî girîngiyê bidin paqijiyê.
Navenda Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî Vîrûsa Corona (Kovid-19), giştînameyek ji hemû rêxistinên bajar û navçeyan re şand û xwest tedbîrên xwe bigirin. Rêxistina HDP'ê ku mîtîngê Newrozê betal kir, bi giştînameyê xwest hemû rêxistinên wan çalakî û xebatên xwe yên girseyî betal bikin. HDP'ê bi îmzeya Berdevkên Komîsyona Rêxistinê HDP Ozlem Gunduz û Alîcan Onlu, ji hemû endamên meclisa Partiyê, rêxistinên bajar, navçeyan xwest ku hasas nêzî meseleya vîrûsa corona bibin û hemû xebatên xwe betal bikin. HDP'ê anî ziman ku wan heta 2 mehan xebatên xwe yên wekî panel, kongre, konferans û şahî betal kirine û xwest bêtir girîngiyê bidin paqijiyê.