* Di sala 2016'an de Şaredariya Bismilê ji bo Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê çêkiribû. Paşê qeyûm hatibû tayinkirin û proje jî hatibû taloqkirin. Lê piştî hilbijartina herêmî dest bi çêkirina wê hatibû kirin, lê belê dîsa qeyûm hatibû tayinkirin û vê carê qeyûm li şûna ku cihê navbirî bide astengdaran da Midûriyeta Park û Baxçeyan.
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, li kolana dîrokî bi milyon û nîvê ronahî çêkirine. Kolana lê ronahî hatine çêkirin û bi reseniya wê hatiye lîstin, di çaçroveya "qada sîtê" de ye. Nûnera TMMOB'ê Derya Akyol, bal kişand ser ronahiyên ku zirarê didin reseniya kolanê û ji bo tişta hatiye got, şaşityeke mezin e.
* Weşanxaneya Sîtavê, yek jê bi tirkî û 3 jê bi kurdî 4 pirtûkên nû çap kirin. Ji pirtûkên hatine çapkirin 2 jê yên lêkolînê, yek jê ferheng û yek jê jî ya gotinên pêşiyan e.
* Yilmaz Kanmiş ku li Taxa Ayazpinar a Artemêtanê tesîsek çêkiriye, 6 meh in tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne. Kanmiş, anî ziman ku kuvarikan difiroşin market û mêwefiroşên li bajêr.
* Rojnamevan Hamza Ozkan, tiştên hatine serê KHK'iyan kirin pirtûk û bi navê “Turkiye'de KHK Manzaralari” çap kir. Ozkan, di pirtûka xwe de cih daye çîroka 44 KHK'iyan û got: "Hêvî, di sekna KHK'iyan de ye."
* Piştî li Îranê di gelek kesan de vîrusa koronayê hat tespîtkirin, li wanî jî qilqilîn. Waniyan, anî ziman ku tevdîr di wext de nehatine girtin û baş nayên girtin.
* Di ser Komkujiya Beyazitê re 42 sal derbas bûn. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, anîn ziman ku duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye.
* Nûnerên rêxistinên sivîl û civakî yên Stenbolê dê têkildarî Vîrûsa Corona li Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Endamên Koma Grup Yorum, ji bo hevalên xwe Îbrahim Gokçek û Helin Bolek ên di rojiya mirinê de ye, dê li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniyeye daxuyê bidin çapemeniyê. (15.00)
* Platforma Ji Nijadperestiyê re bêjin raweste û Dij kapitalist, ji boneya balê bikişînin ser rewşa penaberên li ser sînorê Yûnanîstanê dê li pêş Operaya Sureyya daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.30)