AMED - Di sala 2016'an de Şaredariya Bismilê ji bo Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê çêkiribû. Paşê qeyûm hatibû tayinkirin û proje jî hatibû taloqkirin. Lê piştî hilbijartina herêmî dest bi çêkirina wê hatibû kirin, lê belê dîsa qeyûm hatibû tayinkirin û vê carê qeyûm li şûna ku cihê navbirî bide astengdaran da Midûriyeta Park û Baxçeyan.
Di sala 2016'an de Şaredariya Bismilê ji bo astengdaran projeya Navenda Jiyanê ya Bêasteng çê kiribû. Piştî qeyûm ahtibû tayinkirin proje hatibû taloqkirn. Lê piştî hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de rêveberiya HDP'î dest bi çêkirina navenda navbirî kir. Lê belê di 22'yê Cotmeha 2019'an de cardin qeyûm hat tayinkirin û qeyûm Kerem Suleyman yuksel cihê navendê da Midûriyeta Park û Baxçeyan.
LI NAVÇEYÊ 4 HEZAR ASTENDAR HENE
Serokê Komeleya Astengdarên Laşî ya Bismilê Atîlla Yenîsoy, diyar kir ku li Bismilê 4 hezar astengdar hene û got, di sala 2016'an de şaredariya DBP'î hewl daye Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê çêbike, lê ji ber qeyûm hatibû tayinkirin navend nehatibû çêkirin. Yenîsoy, anî ziman ku piştî di hilbijartina 31'ê Adara 2019'an de HDP bi ser ketiye serî li şaredariyê dane û got: "Piştî me serî li şaredariyê da projeya me xistin dewrê. Temelê navendê hat çêkirin. Lê hindik mabû navend biqede cardin qeyûm hat tayinkirin. Piştî demekê navend hat çêkirin. Em li bendê bûn bidin me, lê dan Midûriyeta Park û Baxçeyan."
Yenîsoy, diyar kir ku ji bo vê îtiraz kirine lê dîsa jî dewrî wan nehatiye kirin. Yenîsoy, xwest rojek berî rojekê navendê dewrî wan bê kirin.
MA / Fethî Balaman