WAN - Weşanxaneya Sîtavê, yek jê bi tirkî û 3 jê bi kurdî 4 pirtûkên nû çap kirin. Ji pirtûkên hatine çapkirin 2 jê yên lêkolînê, yek jê ferheng û yek jê jî ya gotinên pêşiyan e.
Weşanxaneya Sîtavê pirtûka "Di Gotinên Pêşiyan Kurdan Jin" a Mehmet Oncu, pirtûka “Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek Li Ser Rexneya Edebî” ya Rebî Zêbarî, pirtûka "Ferhan Ingilîzî-Kurdî" ya Mûsa Altûn û "Kemalizm ve Kürd Ulusal Sorunu 1" ya Evîn Çîçekê çap kir.
Pirtûka "Di Gotinên Pêşiyan Kurdan Jin" a Mehmet Oncu, ji 268 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de gotinên pêşiyan ên der barê jinan de hene.
Pirtûka “Li Başûrê Kurdistanê Lêkolînek Li Ser Rexneya Edebî” ya Rebî Zêbarî, der barê wêjeya herêma Behdînan de ye.
Pirtûka "Ferhan Ingilîzî-Kurdî" ya Mûsa Altûn ji 800 rûpelî pêk tê û "Kemalizm ve Kürd Ulusal Sorunu 1" ya Evîn Çîçek wê bi giştî 5 berg bên çapkirin û di berga ewil a hatiye çapkirin de nivîskar belgeyên der barê kurdan de analîz kiriye û tê de bal kişandiye ser şexsiyetan, sazî, dezge, partî û tevgerên kurda.