WAN - Piştî li Îranê di gelek kesan de vîrusa koronayê hat tespîtkirin, welatiyên Wanê ketin nava fikaran. Waniyan, anî ziman ku tevdîr di wext de nehatine girtin û baş nayên girtin.
Piştî li Îranê jî vîrusa koronayê (kovîd-19) di gelek kesan de hat tespîtkirin, wanî jî qilqilîn. Waniyan destnîşan kir ku tevdîr di wext de û baş nehatine girtin û gotin, daxuyaniyên Wezareta Tenduristiyê yên di vî warî de ne rast in. Welatiyan destnîşan kir ku wesayîtên gihaniya giştî û deverên qerebalix baş nayên dezenfektekirin û xwestin rojek berî rojekê tevdîr bên girtin.
Bûrhan Adiyaman, anî ziman ku ji bo vê pri nêzî mirovan nabe û got: "Li Ewropa û gelek welatên din ji ber vîrusa koronayê bi hezaran mirov mirine. Nizanim li bajarê me vîrus heye yan na. Lê bi qasî em dibînin tevdîr baş nayên girtin. Heger li bajêr vîrus hebe, ew tê watey ku dê bandoreke mezin li aboriyê bike. Tevdîr baş nayên girtin."
DERIYÊN SÎNOR DERENG HATIN GIRTIN
Nacî Bayat jî destnîşan kir ku divê Wezareta Tenduristiyê mirovan baş û rast serwext bike û got: "Di warê daneyan de şolîbûek heye. Nayê gotin li kîjan bajarî vîrus hatiye tespîtkirin. Dibêjin 5 kes in. Hêvîdar im tenê ev qas be."
Çîgdem Edîş jî destnîşan kir ku bajar baş nayê dezenfektekirin û got: "Tevdîr baş nayên girtin. Çimkî ne li otobêsan ne jî li dibistanan tevdîr baş nehatine girtin. Ji bo tevdîrgirtinê dibistan girtin, lê ji bo dezenfektekirinê min nedîtiye tevdîr girtine. Deriyên sînoran dereng hatin girtin. Vîrus hebû jî nedigirtin. Bi awayekî şexsî em tevdîran digirin. Bawer nakim hejmara ku Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye rast be. Ez dibêm zêdetir e. Bi raya giştî re parve nakin."