'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'

img

STENBOL - Di ser Komkujiya Beyazitê re 42 sal derbas bûn. Xwendekarên Zanîngeha Stenbolê, anîn ziman ku duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye. 

Li Tirkiyeyê beriya darbeya leşkerî ya 12'ê Îlona 1980'yî gelek bûyer û komkujî qewimîbûn. Yek ji van komkujiya jî Komkujiya Beyazitê bû. Komkujiya Beyazitê di 16'ê Adara 1978'an d epêk hatibû. Piştî di 1'ê Gulana 1977'yî de di êrîşa kontrgerîllayan de 34 kesî jiyana xwe ji dest dabû, CHP'a ku Ecevît li ser bû di hilbijartina 5'ê Hezîranê de ji sedî 42 deng girtibûn lê dîsa jî ji bo avakirina hikûmetê 226 parlementer bi dest nexistibû. Piştî Eniya Netewperet ku ji Partiya Adalet, MHP'ê û Partiya Guvenê pêk dihat bû îqtîdar, li zanîngehan li hemberî xwendekarên çepgir êrîş li ser êrîşê dest pê kiribûn. 
 
Li Zanîngeha Stenbolê, di 16'ê Adara 1978'an de gava xwendekar ji Zanîngeha Stenbolê derdiektin, xwendekarên ulkucî tevî polîsan êrîşî wan kiribûn. Di êrîşê de 7 xwendekar jiyana xwe ji dest dabûn û ji 40 zêdetir jî birîndar bûbûn. 
 
Der barê komkujiyê de 17 kes hatibûn darizandin û ji kesên hatibûn darizandin tenê 11 sal ceza li Siddik Polat hatibû birîn. Lê belê Dadgeha Bilind a Eskerî cezayê hatibû birîn jî xera kiribû. Herî dawî jî Dadgeha Cezayê Giran a 6'an a Stenbolê di 20'ê Cotmeha 2008'an de der barê dosyeyê biryara "dem boriyê" girt û doz bi dawî kir. 
 
Parêzer Kamîl Tekîn Surek ku wê demê parêzerê xwendekarên mexdûr bû, behsa komkujiyê û pêvajoya dozê kir. 
 
Surek, anî ziman ku hikûmeta Eniya Netewperest dixwest xwendekarên çepgir neçin zanîngehan û got, piştî hikûmet rûxiya di 1'Ê Adarê de biryar hatiye girtin ku bi awayekî giştî biçin dibistanan. Surek, diyar kir li têketin û derketin dibistanan polîsan tim ew asteng dikirin û her wiha xwendekarên ulcî jî tim gef li wan dixwarin. 
 
Surek, bilêv kir ku beriya 16'ê Adarê bi rojekê li dibistanê êrîşî wan kirine û got: "16'ê Adarê jî gava dersa me qediya em derketin. Em ji dibistanê derketana. Me got, 'Dibe ku faşîst dîsa êrîş bikin, a baş bila kesên karibin şer bikin kom bibin.' Me got, gava şer çêbû em belav nebin. Gava me di derî re derketin, polîsa li hev kom bibûn. Em hatin ber Fakulteya Dermangeriyê. Me çawa fakulte derbas kir, hevalê me qîriya got bombe. Hîn ez dizîvirîm ku lê mê ze bikim teqiya. her der bû toz û dûman. Me xwe avêt erdê." 
 
Surek, anî ziman ku pişt re çek li ser hev du hatin teqandin. 
 
Surek, diyar kir ku piştî bûyerê xwendekaran Fakulteya Kargeriyê dorpêç kiriye û got, di 17'ê Adarê de jî meşeke mezin li dar xistine û DÎSK'ê jî bi dirşmeya "Îxtar ji bo faşîzmê" ji bo 2 rojan biryara grevê girtiye. Surek, got: "Di 17'ê Nîsanê de jî bera mamsoteyê me Server Tanelî dan. Wê çaxê min doz neşopand. Doz li dadgeha cezayê giran bû. Rêveberên MHP'ê û ulkuciyan kom kirine û paşê berdane. Bi qasî tê bîra min kes nehat girtin. Ji xwe paşê ji ber Komkujiya Mereşê rewşa awarte hat îlankirin. Dosye şandin dadgeha rêveberiya awarte. Li wir demeke dirêj bi derengî hat xistin." 
 
KOMKUJÎ Û BÛYERA SÛSÛRLÛKÊ
 
Surek, diyar kir ku di sala 1998'an de Zulkuf Îsot ku kiryarekî komkujiyê bûye hatiye kuştin û piştî kuştina wî doz ji nû ve dest pê kiriye. Surek, anî ziman ku wê demê ew jî daxilî dozê bûye û got, di bîranên Alî Yûrtarslan de ku ji MHP'ê veqetiyabû nivîsandiye ku bombe ji Serpel Mehmet Alî Çevîker girtibûn. Surek, destnîşan kir ku Mûstafa Kaplanê ku wê de mi di serfermandariya giştî de bûye agahî nedidan wan, lê belê paşê di doza Ergenekonê de hatiye darizandin û got: "Delîl neşandin. Wê demê Bûyera Sûsûrlûkê derket holê. Wêneyê reşat Altay û Abdûllah Çatli yên pev re derketin holê ku Altay nehiştibû polîs pêşî li ber komkujiyê bigirin." 
 
‘KES NEHAT CEZAKIRIN' 
 
Surek, destnîşan kir ku xwestine doza Sûsûrlûkê û Komkujiya Beyazitê bibin yek û got: "Lê Dadgehên Ewlehiyê yên Dewletê (DGM) daxwaza me red kir. Piştî demekê jî ji ber dmeboriyê hat girtin. Paşê doza Ergenokonê çê bû. Vê carê jî me xwest bi ya Ergenekonê ve bê girêdan. DGM'ê dîsa red kir. Heger bi wê dozê ve bihata girêdan wê biryara demboriyê nehatan girtin. Ji ber vê dozê ket nehat girtin. Tenê zarokek demeê hatibû girtin. Lê ji xeynî wî kesên ev tişt bi rêxistin kiribûn, ji MHP'ê an jî ji eskeriyê kes nehat cezakirin. Der barê wan de lêpirsînek jî nehat destpêkirin." 
 
‘WÊ BÊN DARIZANDIN' 
 
Surek, anî ziman ku bi sedan dozên ku der barê komkujî û îşkenceya de hene û kesên ev kirine nehatine darizandin. Surek, destnîşan kir ku dewlet ji roja roj de kesên îşkenceyê dikin diparêze û got: "Piştî 40 salan dîsa me dozên hevalên xwe zindî kirin. Heger ev dewr û dewran biguheriyane, wê kiryarên komkujiyan aşkere bibûna. Heger sax bin wê bên darizandin. Heger ne sax bin wê bên lanetkirin. Em şorelger heta sax bin wê ev doz neyên jibîrkirin." 
 
‘ARMANC QEDANDINA TEVGERA XWENDEKARAN E' 
 
Xwendekarê Zanîngeha Stenbolê Ûlaş Bedrî Çelîk jî destnîşan kir ku Beyazit hem ji bo dewletê hem jî ji bo tevgera xwendekaran hêleke wê ya sembolî heye û got, ji ber vê duh jî û îro jî dewlet polîtîkayên xwe yên çewisandinê didomîne. 
 
Çelîk, anî ziman ku bi taybetî jî piştî çalakiyên Geziyê zext û zorî zêde bûne û got, bi hin hincetan gelek xwendekar ji zanîngehê tên dûrxistin. Çelîk, diyar kir ku li gel êrîşên îdareyê êrîşên xwendekarên ulkucî jî hene û got, lê belê ji dêvla êrîşkaran xwendekarên mexdûr tên cezakirin. 
 
Çelîk, destnîşan kir ku armanca van êrîşan qedandina liv û tevgera xwendekara ye. 
 
‘ZEXT Û ZORÎ DIDOMIN' 
 
Xwendekar Ûmût Dogan jî destnîşan kir ku kesên berê bombe dihavêtin ser xwendekaran, îro jî tevî çeteyên faşîst êrîşî xwendekaran dikin. Dogan, diyar kir ku ciwanên wê serdemê ji bo mafên xwe dadiketin kuçe û kolanan û got: "Niha jî gava em mêze dikin potansiyeleke wiha ya ciwanan heye. Ciwanên ku nikarin ji bo xwe pêşerojekê ava bikin, wê dîsa dakevin kuçeyan. Êdî ji bo cîhana ku em ava bikin dem dema bilindkirina alayan e." 
 
MA / Tolga Guney

Sernavên din

16/03/2020
13:04 HDP: Emê Helebçê û Beyazîtê nedin jibîrkirin
12:13 Biranîna Helebçeyê ji ber vîrûsa korona hat betalkirin
12:12 Daneşînên dozên kesên ne girtî ji ber vîrusa koronayê taloq bûn
12:03 Rojnameger Turfent: Li girtîgehan tedbîra li dijî vîrûsê tune
12:02 Agahiya te jê heye?
11:57 Edliyeya Amedê hat girtin!
11:43 Xebata Tifaqa Kurdistanî: Em bi yekitiyê dikarin rê li pêş jenosîdan bigirin
11:37 Îfadegirtina parêzeran dest pê kir: Sûcdarî hevdîtina muwekîlan e
11:37 Bandora vîrûsê ya îro: 3 welatan OHAL îlan kirin, yekemîn testa derziyê wê bê kirin
11:29 HDP'ê ji bo tedbîra li girtîgehan a li dijî Vîrûsa Corona pêşnûmeqanûn da meclîsê
11:06 Wekî salên 1990'an dê agirê Newrozê li taxên Stenbolê geş bibe
10:53 Xwendekaran şeva xwe derve derbas kirin
10:51 Hejmara 6'emîn a Kovara Laserê derket
10:42 Karkerên Oz Îplîk Îş'ê derbasî Tekstîl Sen'ê dibin
10:01 KCD: Helebçe nayê jibîrkirin
09:45 Ciwanên Amedî ji sedi 83.1 ji pêşerojê bi fikar in
09:31 Li Stewrê Newroz hat pîrozkirin
09:12 Can: Demokrasiya ku pirsgirêka kurd çareser neke nayê hembêz kirin
09:11 Tehdeya ‘bêkesan’ li 974 cenazeyan dikin
09:11 Li girtîgehan tenê bergiriya taloqkirina hevdîtinan heye!
09:10 Bandora korona ya li ser aboriyê: Aboriyeke bêîstîkrar li benda me ye
09:01 Qeyûm qanûn binpê kir, sîlûeta bajêr bi 1,5 mîlyonî xirab kir
09:01 Polîs zextan li xwendekarên jin dikin
09:01 Şahidên Newroza 1992’yan: Li ser serbanan agir qet ne tefiyan
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2020'AN
15/03/2020
17:05 Grup Yorum: Em bibin dengê Mustafa, Hêlîn û Îbrahim
16:55 Wezîr li Milazgîrtê 4 keyayên gundan ji peyvirê girtin
16:20 Esker li Çoltara Liceyê derketin operasyonê
16:19 Destûr nadin malbat û parêzerên Koçak wî ziyaret bikin
15:57 Nûnerên partî û rêxistinên civakî çûn şîna malbata Akyuz
15:43 El-Mismarî: Tirkiye 7 hezar û 500 çekdar şandin Libya
15:20 Li Îranê 724 kes ji ber Covît 19 mirin
14:53 Rojnameya Xwebûn bi nivîsarên nû derket
14:09 Mirin bi bêhna sêvan belav bû
14:06 Ji ber vîrûsa korona îro çi qewîmî?
13:15 Cenazeyê Daşdemîr 40 roj şûnde ji bin aşûtê derxistin
12:14 Li sînorê Xabûrê 15 roj şûnde wesayet dezenfekte kirin
12:08 Li Manîsayê midûrê girtîgehê: Hewce be ezê we bikujim
11:27 KNK: Hêj komkujiyên li ser kurdan wekî jenosît nehatine naskirin
11:17 Di şerê 9 salan de li Suriyeyê 384 hezar kes hatin kuştin
11:16 Kuçikek li qeta 5’an asê ma
10:54 Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Yilmaz sibê ye
10:46 Gunay: Em têkoşîna li dijî şer aştî, li diji tecrîdê azadiyê pêş dixin
09:40 Gulay ê Hemşinî fêrî Kurdî dibe
09:08 'Duh jî û îro jî Beyazit nirxeke sembolî ye'
09:07 Tiştên hatine serê KHK'iyan kir pirtûk
09:05 Li Wanê tevdîr baş nayên girtin
09:04 Tevî 12 jinan kuvarikan hildiberîne
09:03 Weşanxaneya Sîtavê 4 pirtûk çap kirin
09:02 Qeyûm Navenda Jiyanê ya Bêastengiyê da midûriyeta park û baxçeyan!
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2020'AN
14/03/2020
20:55 Li Stewrê cerdevanekî welatiyek kuşt
17:18 Ji HDP'ê giştînameya Vîrûsa Corona
16:22 HDP û saziyên sivîl çûn serdana şîna Eryilmaz
16:13 Li Kurdistana Başûr 842 kes di karantînayê de ne
16:12 ‘Eger vîrûs li girtîgehan belav bibe dê felaketê bîne'
15:39 Di vîrûsa koronayê de jî cudakarî derket holê: Mizgeft hatin dezenfektekirin, cemxane û dêr nehatin kirin
15:10 Dê Dayikên Şemiyê ji ber vîrusê bi remzî li hev kom bibin
14:55 Ajokarên li ser sînor li benda çareseriyê ne
14:36 Dede banga lezgîn li Wezareta Dadê kir: Pêşiya tehliyekirinê vekin
14:22 ‘Li dijî vîrûsa Korona divê li girtîgehan tedbîr bên girtin’
14:05 Welatiyên Dêrikê agirê Newrozê geş kirin
14:00 Rûsya û Tirkiyeyê li ser dewriyeyêyn hevpar li hev kirin
13:38 Prof. Fîncanci li dijî mudaxaleya bi zorê hişyarî kir
13:28 Li aqûbeta xebatkarên tenduristiyê hat pirsîn
13:24 Ji serokên 24 baroyan daxuyaniya hevpar: Hempîşeyên me demildest berdin
13:11 Rêveberiya Xweser ji bo vîrûsa Korona dibistan û zanîngeh girtin
12:48 Li dijî baregeha DYA’yê êrişa moşekan pêk hat
12:27 Di pitika nû welidî de vîrûsa korona hat tespîtkirin
11:40 Xwezaya çiyayê Cûdî talan û wêran dikin
10:58 Piştî 36 rojan careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê dest pê kirin
10:51 Li ser sînor cenazeyê 7 penaberan hat dîtin
10:46 Ji Rêxistina Tenduristiyê bi kurdî hişyariya vîrûsa Koronayê
10:25 Li Stenbolê fikara Vîrûsa Corona
09:55 Li Meletiyê muxtarek hat girtin
09:44 Ji ber cînayeta zarok Dumez 2 kes hatin girtin
09:31 Weşanên Aryen 4 pirtûkên nû çap kir
09:20 Evgeny Grînko li Amedê konser da
09:01 Her maskek çîroka jinekê ye
09:01 ‘Piyê sêyemîn HDP ye'
09:01 Hê jî mirina Remziye Borê nehatiye zelalkirin!
09:01 Hatay ji ber şerê li Idlîbê bêzar e
09:01 Nexweşxane heye lê bijîşk tune ye
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2020'AN
08:55 Balafira Bexda-Stenbolê bi lezgînî li Enqereyê danî
13/03/2020
16:37 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
15:14 Sûxûrî li siyasetmedar Ahmet Kaya hatiye ferzkirin
15:10 Li Şirnexê bertek nîşanî binçavkirinan dan
14:58 Di lêpirsîna parêzeran de îfadeyên 12 girtiyan hatin girtin
14:44 Li dijî binçavkirina parêzeran nerazîbûn: Em parastinê diparêzin
14:23 Ji 81 bajaran, tenê li 16 bajaran testa vîrûsa Korona tê kirin
13:52 Platforma Ked û Demokrasiyê: Bila Mizrakli were berdan
13:35 Ji ber vîrûsa koronayê navber dan ‘Çalakiya windayan’
13:34 Li Êlihê, pîrozbahiyên Newrozê yên li taxan hatin betalkirin
13:30 TJA: Hemû girtiyan berdin
12:29 Wezîr Şaredarê CHP'î yê Ceyhanê ji peyvirê girt
12:04 Ji bo betalkirina Newroza Amedê serî li walîtiyê dan
11:55 Parêzer, parlamenter û gardiyan di binçavan de ne
11:34 Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay: Em ê ruhê Newrozê bibin qada 1'ê Gulanê
11:31 Li Wanê bertek nîşanî binçavkirina parêzeran dan