AMED - Muzîkjen Selîm Gulay ê Hemşînî ji bo hînî Kurdî bibe li MED-DER’ê diçe qursa zimanê Kurdî.
Muzîkjen Selîm Gulay ê 48 salî ye ji Gundê Çelîna yê Hemşîn a Rîzeyê, li Amedê ji bo hînî Kurdî bibe, li MED-DER'ê diçe qursa Kurdî. Gulay û hevjîna xwe ya Amedî Nurgul Gulay 2 sal berê ji Îzmîrê hatin li Amedê. Selîm Gulay, piştî hat Amedê ji bo fêrî Kurdî bibe li Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) ferî zaravayê kurdî yê kurmancî dibe. Gulay, diyar kir ku ji bo bi keça xwe ya 15 mehî Çelînayê re bi kurdî biaxive perwerdehiya ziman dibîne û wiha got: “Zimanê hemşînî niha di nav zimanên ku winda dibe de ye. Lê naxawazim keça min zimanê dayika xwe kurdî ji bîr bike.”
‘DIXWAZIM STRANAN BI KURDÎ JÎ BÊJIM’
Gulay, da zanîn ku pêşiya 3 hefteyan li MED-DER’ê dest bi perwerdehiya ziman kiriye û wiha axivî: “Du sedem hene ku ez fêrî kurdî bibim. Yek ji bo ku ez bi keça xwe re zimanê dayika wê biaxivim, ya din jî Koma Çelîna ya muzîkê me heye, dixwazim stranan bi kurdî jî bêjim. Di repertuara me de stranên kurdî jî hene. Ji bo ku telafûza min baş be hinî kurdî dibim. Em li Amedê dijîn. Dixwazim fêrî kurdî bibim. Dayika keça min bi kurdî dizane lê ez nizanim.”
Gulay, anî ziman ku dixwaze keça wî fêrî Kurdî bibe û wiha gt: “Kurdî dibe ku ne zimanê min yê dayikê be. Lê yê keça min e. Dixwazim keça min hînî zimanê dayika xwe bibe û ji bîr neke. Bi qasî bi keça xwe û civaka Kurd re bi Kurdî biaxivim bes e. Demên pêş de ez ê zêdetir fêr bibim.”
‘HEMŞÎNÎ DI NAVA ZIMANÊN WINDA DIBIN DE YE’
Gulay, dest nîşan kir ku zimanê dayika wî Hemşînî tenê li hinek gundên Hopayê tê axaftin û wiha berdewam kir: "Li Hemşînê bi tirkî tê axaftin. Dê û bavê min jî bi tirkî diaxivin. Hemşînî êdî di nava zimanên ku winda dibin de ye. Tenê hinek cihên Hopayê beşeke mirovên pîr diaxivin."
‘EZ Ê BI SER BIKEVIM’
Gulay, diyar kir ku ji ber nû dest bi perwerdehiya kurdî kir, hinek zehmetî dît û wiha domand: “Piştî dersa ewil ne wekî berê zehmet e. Ji bo ku di demek kin de ferî kurdî bibim hewl didim. Hevalên din yên xwendekar hemû kurd in. Hinek zehmetiyê bijîm jî ez ê bixebitim û serbikevim. Ferqa hînbûna kurdî û îngîlîzî nîne. Mirov diçin qursa îngîlîzî li her derê hene. Çima ya kurdî nebe. Kurdî ji bo min zimanekî biyanî ye lê êdî li vir dijîm. Divê weke zimanê xwe yê dayikê bizanim.”
‘BILA ZIMANÊN TU GELAN WINDA NEBIN’
Gulay, bal kişand ser giringiya zarokan ku bi zimanê dayika xwe mezin bibin û wiha got: “Xwezî me gelek ziman bizanibûya. Hêvî dikim ku zimanên tu gelan winda nebin. Gelek ziman hene bi windabûnê re rûbirû mane. Destpêkê jî zimanê Hemşînî. Em wek dayikeke kurd û bavekî hemşîn dixwazin keça xwe di nava aşitiyê de mezin bikin. Dixwazin ku ji hemû gelan hez bike û cudatiya tu kesan neke. Hêvî dikin ku herkes di nava aşitiyê de û weke bira bijîn.”
‘BI STRANAN DIKARIN DI NAVA GELAN DE PIREKÊ AVA BIKIN’
Gulay, bilêvkir ku muzîkjen qasidên çandê ne û divê peywîra ku bikeve li ser milê wan pêk bînin û wiha dawî kir: “Bi strîna stranên kurdî, lazkî, ermenkî û tirkî dikarin di nava gelan de pirekê ava bikin. Beriya bêm qursa kurdî di repertuara min de 5 stranên kurdî hebûn. Bi her zimanî strandin, tişteke xweş e. Dikarin dengê xwe bigînin her kesî."
MA / Fahrettin Kiliç - Arjîn Dîlek Oncel