ENQERE - Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, diyar kir ku ji ber polîtîkayên şer ên hikûmetê, Tirkiye bi talûkeyek gelek mezin re rû bi rû ye û wiha got: “Em niha ji bo xeta têkoşîna li dijî şer aştî, li dijî tecrîdê azadî û li dijî mirinê jiyanê niqaş dikin."
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî 4'emîn kognreya xwe ya mezin pêk anî, biryar da ku têkoşîna li dijî hişmendiya mêr bêtir xurt bikin. Rêxistina HDP'ê ku girîngiyê dide pergala Hevjiyana azad û hevserokatiyê yekem car berdevkiya partiyê dewrî jinek siyasetmedar kir. Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, anî ziman ku ev pêngava ku HDP'ê avêt, hêza jina kurd a di siyasetê de nîşan dide. Gunay, plan, proje û xebatên pêşerojê yên HDP'ê û peyên ji Îmraliyê hatiye ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand.
Gunay, anî ziman ku ji roja HDP hat avakirin heta niha nûnertiya wekheviyê û dîtina nerîna jinê û siyaseta jinê esas girt. Li gorî vê yekê têkoşiya û polîtîka pêş xist. Li Tirkiyeyê bû partiya ku di pêşengiya jinê de siyasetê dike. Yek ji mînaka vê yekê pergala Hevserokatiyê bû. Ji serî heta binî pergala nûnertiya wekhev esas girt. Dema em ketin meclîsê, me nerîna jinê li wir serdest kir. Erka berdevkiya partiyê ya jin, hêsa siyaseta jinê û hêza jinê nîşan dide. "
Gunay, anî ziman ku ji xeynî HDP'ê di partiyên din de vîn û rengê jinê zêde di siyasetê de xuya nabe û wiha got: "Di partiyên din de siyaseta mêr jinê dixe bin siya xwe. Em jin li tax, navçe, bajar û her qadê di pêjgeha siyasetê de kar dikin. Jin kedê diden û ji ber vê yekê jin di siyasetê de tên dîtin. Ger ku jin kedê dide, wê demê divê reng û vîna jinê jî di siyasetê de bê dîtin. Her dem em dibêjin, 'Gotina em bêjin, hêza em biguherînin heye'. Em ê di serdema nû de vê yekê bêtir çalak bidin xuyakirin."
Gunay, diyar kir ku her partiyek tê avakirin armanca wê ewe ku welat bi rêve bibe û wiha axivî: "Armanca partiya me jî ewe ku Tirkiye bi rêve bibe. Di kongreya HDP'ê de hêzek mezin li partiyê xwedî derket. Bi sedhezar û milyonan piştgirî da kongreyê. Em bi îdîa û biryar in ku Tirkiyeyê bi rêve bibin. Em dibêjin emê rêya siyaseta demokratîk vekin. Di bernameya partiya me de Demokrasiya Radîkal heye."
'GEŞEDANÊN LI ÎMRALIYÊ NE TESADUFÎ NIN'
Gunay, anî ziman ku ew bawer nake ku geşedanên li Îmraliyê pêş dikevin tesadufî ye û wiha berdewam kir: "Ez bawer dikim ku şewata li Îmraliyê derket jî ne tesadufî ye. Îqtîdar her tiştî bi hesab û plan dike. Rastiyek heye. Tecrîda li Îmraliyê raste rast bi şer û polîtîkayên dagirkirinê re heye. Her ku hikûmet di şer de israr dike tecrîdê jî giran dike. Her ku tecrîdê giran dike jî di şer de israr dike. Polîtîkaya şer û tecrîdê ji nev ne cuda ye. Li Rojhilata Navîn tenê kesê xwediyê çareseriya projeyên civakî ye Birêz Ocalan e. Birêz Ocalan pergala alternatif a civakê pêşniyar dike. Bi tecrîdê hem civakê û hem jî pergala alternatif a çareseriyê tecrîd dike. Li aliyê din şer kûr dike. Bi tecrîdê rê li pêş polîtîkayên muzakere, diyalog û çareseriyê digirin. Îro xeta şer diyar e. AKP xwe li ser xeta şer ava dike û emrê îqtîdara xwe dirêj dike. Her ku siyaseta demokratîk pêş bikeve, dê eniya faşist têk biçe. "
'HÊZA PÎYÊ SIYEMÎN Ê MASA ÇARESERIYÊ HDP YE'
Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, bal kişand ser peyama Ocalan a maseya 3 ling û hêza Kurdan û wiha pêde çû: "Birêz Ocalan berê jî qala xeta sêyemîn kir. Ev pêşniyara masa sê ling û pêşniyara xeta sêyemîn ji hev ne cuda ye. Bi hevve girêdayî ye. Niha dixwazin Tirkiye mahkûmî siyaseta du enî bikin. Eniyekî siyasetê AKP-MHP, eniya din a siyasetê jî îtîfaqa Cumhur a statukoparêz e. Aramî û demokrasî bi van du eniyan pêş nakeve. Ya ku aramî, demokrasî û azadiya civakê pêş bixe; xeta sêyemîn û pîyê sêyemîn e. Ev jî HDP ye. Birêz Ocalan di nirxandinê xwe de dixwaze hêza muxalif xurt bikin. Dixwaze hêza civakê ya alternatif pêş bixin. Dixwaze siyaseta demokratîk xurt bikin. Ji ber ku her siyaseta demokratik xurd dibe, eniya faşist jî têk diçe. Her ku siyaseta HDP'ê xurt bibe, dê pîyê sêyemîn ê maseya çareseriyê jî xurt bibe. Birêz Ocalan dibêje Hûn çiqa bibin hêz, dê faşizm paşve biçe. Hûn çiqas bibin hêz dê siyaseta du enî paşve biçe. Dixwaze siyaseta ku bêtir civakê esas digire pêş bixin. Birêz Ocalan dixwaze em siyaseta demokratîk xurt bikin û siyaseta du enî paşve bixin."
Gunay, bal kişand ser Partiya Gelecek û Partiya DEVA û wiha got: "Her çend bi gotinên xwe, xwe ji AKP'ê cuda nîşan bidin jî kesên ev partî ava kirin demekê di nava AKP'ê de aktif siyaset kirin. Divê berê ev bi rastiya xwe û kiryarên xwe re bên rûqalî hev. Gunay, têkildarî cezakirina siyasetmedarên Kurd jî jî axivî û wiha lê zêde kir: "Herî dawî cezakirina Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, nîşan dide ku AKP li ser dijminantiya Kurdan polîtîkayê dimeşîne. Bi cezakirina Mizrakli, peyam da gelê Kurd û hilbijêrên Kurd.
Gunay, da zanîn ku HDP partiya îtîfaqan e û wiha bi dawî kir: "HDP eniya demokrasiyê ye. Bi tifaqa demokrasiyê eniya îtîfaqan xurt dike. Em xwe li dijî eniya serdest û faşist, enî û îtîfaqa jin, ciwan, civak, reng û baweriyên cuda pênase dikin. Em lihevkirina civakê esas digirin û eniya îtîfaqa demokrasiyê pêş dixin. Birêz Ocalan, mîmar û sazumankarê projeya HDP'ê ye. Fikr û bîrdoziyê HDP’ê pêş xistiye. Dema Birêz Ocalan rêgezên HDP’ê diyar kir, xwest herî her tiştî gel û pêdiviyên gel esas bigire. Xwest berî her tiştî gel di nava siyasetê de xwedî gotin be. Di kongre û konferansde ev rexne û rexnedayîn derketin holê. Me li gorî van rexne û rexnedayînan xwe ji nûve bi plan kir.
EM Ê LI DIJÎ ŞER AŞTÎ, LI DIJÎ TECRÎDÊ TÊKOŞÎNA AZADIYÊ XURT BIKIN
Biryara HDP'ê ya konferansa li dijî tecridê û biryarên rêgezê heye. Meclisa Partiyê û Lijneya Rêveberiya Navendî girêdayî van biryara ne ye. Kongreya me biryar girt ku xeta têkoşîna li dijî tecrîdê azadî, li dijî şer aştî û li dijî mirinê jiyanê pêş bixe. Biryar da ku li dora Birêz Ocalan ji nûve siyasetê pêş bixe. Ev peyam li dijî polîtîkayên AKP'ê ya şer, tecrîd û dagirkeriyê ye. Peyama têkoşîna li dijî şer aştî, li dijî terîd azadî û li dijî mirinê xeta jiyanê ye. Ji ber ku polîtîkayên şer bêtir zerarê dide gelên Tirkiyeyê. Em xwedî erkin ku li dijî van polîtîkayên şer parastinê pêş bixin. Ev polîtîkayên şer encama tecrîda li Îmraliyê ye. Îro tenê li Îmraliyê tecrîd tune ye. Îro hemû civak û hêzên muxalif hatiye tecrîdkirin. Divê em li dijî vê yekê têkoşîna parastina azadiyan pêş bixin."
MA / Berivan Altan