AMED – Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Keziban Yilmaz dê sibê li Amedê bê dîtin.
Danişîna biryarê ya doza Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz dê sibê li Amedê bê dîtin. Bi fermana Wezareta Karê Hundir, Hevşaredara Peyasê ya Amedê Kezîban Yilmaz ji wezîfeyê hatibû girtin û bi angaşta “Endama rêxistinê ye” hatibû girtin. Danişîna duyemîn a doza derbarê Yilmaz a girtî ye li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hatibû dîtin. Dozger di danişînê de li ser îfadeyên îtîrafkar Hîcran Berna Ayverdî heta 15 salan ceza ji Kezîban Yilmaz re xwestibû. Danişîna biryare dê sibê li 9’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê ditin.