AMED - Li semta Ofîsê kuçikek li qada 5'an di navbera cama şikestî ya şibakê de asê ma. Yekîneyên agirkujê hatin û kuçik rizgar kirin.
Li semta Ofîsê li qeta 5’an, kuçikek di navbera şibaka şikestî de asê ma. Piştî bûyerê yekîneyên agirkujê bi hawara kuçik hatin. Gelek kes kom bûn û xwestin kuçikê li qeta 5’an asê maye rizgar bikin. Piştî ku yekîneyên agirkujê hatin cihê bûyerê, kuçikê asê maye rizgar kirin. Hat diyar kirin ku xwediyê malê 4 roj berê hatiye girtin.