NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê, diyar kir ku di şerê 9 salan ê li Suriyeyê de, 384 hezar kes hatine kuştin.
Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê li ser hejmara kesên di şerê 9 salan ê Suriyeyê de hatine kuştin aşkere kir. Li gorî rêxistinê di şerê 9 salan ê Suriyeyê de herî kêm 384 hezar kes hatine kuştin. Rêxistinê da zanîn ji vê hejmarê, 116 hezar kes xelkê sivîlin. Ji vane jî 22 hezar kes zarok, 13 hezar kes jî jinin. Rêxistina Mafê Mirovan a Suriyeyê aşkere kir ku zêdetirî kesên hatin kuştin endamên rejîma Suriye û komên çekdar yên ku piştgriyê lê dikin bûne qurbanê şerê 9 salan yê Suriyeyê. Li gorî vê jî herî kêm 129 hezar û 376 endamên artêşa Ereb ya Suriyeyê û çekdarên Suriyeyê yên biyanî ku piştevaniya rejîma Esed dikinin. Herwiha di vê demê de 1 hezar û 679 endamên Hizbulaha Lubnanên jî hatine kuştin.
Li gorî rêxistinê 67 hezar û 296 endamên komên îslamî yên radîkal jî hatine kuştin. Di nava van komane de jî çeteyên DAIŞ, Qaîde û her wiha nêzî 57 hezar endamên komên din yên radîkal di nava 9 salan de hatine kuştin.
Hat gotin ku di nava 9 salan de li Suriyeyê, 111 leşkerên Tirk û 418 kesên bê nasname jî hatine kuştin. Di daxuyaniyê de rêxistinê balkêşa ser hejmara şehîdên QSD’ê jî û hate gotin ku 12 hezar û 624 şervanên jin û zilam yên QSD’ê şehîd ketine. Herî dawî jî hate destnîşankirin ku di nava 9 salan de zêdetirî 11 milyon welatiyên Suriyeyê ji cih û warên xwe bûne û penaber bûne.