AMED – Li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê girtiyên jimartina li ser piyan red kirin, rastî lêdan û îşkenceyê hatin. Girtiyan diyar kirin ku midûrê girtîgehê gotiye "Hewce be ezê we bikujim." û gef li wan xwariye.
Malbatên girtiyan diyar kirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Manîsayê girtiyên jimartina li ser piyan red kirine rastî lêdan û îşkenceyê hatine. Malbatan anîn ziman ku roja pêncşema borî (12 adar) gardiyanan xwestiye li kawîşa ku 20 kes lê dimînin, girtiyan li ser piyan bijmêrin, lê girtiyan ev red kirine. Malbatan anîn ziman ku ji ber girtiyan ev red kiriye, gardiyanan girtî bi erdê re kaş kiriye û li wan dane. Malbatan anîn ziman ku girtiyên rastî lêdanê hatine û şopa lêdanê li ser bedan wan heye nehatine dermankirin û rapor negirtine. Girtî Mehmet Tekin (46) yê 24 sal in girtî ye, bi rêya telefonê agahî da birayê xwe Hacî Tekîn û tundiya li ser girtiyan anî ziman. Haci Tekin anî ziman ku birayê wî Mehmet Tekîn di lêdanê de hestiyê hinarikê rûyê wî şikestiye û pîyê wî xwin bûye û wiha got: "Hestiyên parsuyên wî şikestine. Bi ser odeyên wan de girtin. Pirtûk û lênûskên wan desteser kirin. Alavên wan ên taybet li pêş çavê wan şikandine. Birayê min Tekin ev yek wekî zilmê pênase kir. Li odeyê hemû girtî rastî lêdanê hatine. Hestiyê rûyê birayê min şikestiye. Ji piyê wî xwîn tê. Hestiyê partuyê wî şikestine. Midûrê Girtîgehê gef li girtiyan xwariye û gotiye "Hewce be ezê we bikujim." Li wir tenê kawîşek girtiyên siyasî heye. Demek dirêj e li ser wan zext zêde ne. Birayê min çend caran sewqa xwe xwest. Ji bo sewqê ji Wezareta Dadê re daxwazname nivîsî. Me jî daxwazname nivîsî. Lê daxwazên me red kirin. Berê ji li dijî girtiyan êrîşên fîzîkî pêk haitn. Lê ev êrîş bêtir dijwar e. Divê dîmenen vê yekê bên lêkolînkirin û hesap ji vê yekê bê pirsîn."
Tekîn, anî ziman ku dema girtî diçin nexweşxaneyê, bijişk bi girtiyan eleqeder nabe û wiha got: "Ez ê serî li ÎHD û komeleyên girtiyan bidim. Hewce be ezê biçim Enqereyê. Em dixwazin bi lez zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. Ez der barê jiyana birayê xwe de bi fikar im."