WAN - Cenazeyê Mehmet Can Daşdemîr ê li Wanê di bin aşûtê de mabû 40 roj şûnde hat dîtin. Li Navçeya Miksê ya Wanê di 4-5'ê Sibatê de aşût ketibû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.
Di 4 û 5'ê Sibatê de li navçeya Miksê ya Wanê 2 caran aşût ket. Di bin aşûtê de 41 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û 84 kes jî birîndar bûbûn. Xebatkarê agirkujê Mehmetcan Daşdemîr di bin aşûtê de mabûn û ji ber şertên nebaş ên hewayên xebatên lêgerîna wî hatibûn rawestandin. Piştî 40 rojan îro careke din ji bo Taşdemîr xebatên lêgerînê hat destpêkirin. Di lêgerîna îro de yekîneyên rizgariyê xwe gîhandin cenazeyê Mehmet Can Daşdemîr. Cenazeyê Daşdemir piştî ji bin aşûtê derxistin ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî ya Wanê.