NAVENDA NÛÇEYAN - Li tevahiya cîhanê, hejmara kesên ji ber vîrûsa koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 5 hezar û 844’an. Li Ozbekîstanê yekemîn car testa vîrûsê hat kirin û li gelek welatan jî, hat diyarkirin ku ji bo vîrûsê bergiriyên nû tên girtin.
Ji ber Vîrûsa korona ya tîpa nû (Kovîd-19) a ku Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) weke şewba kûrewî îlan kir, heya niha li tevahiya cîhanê 5 hezar û 844 kesan jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên bi vîrûsê ketin jî, derket 157 hezar û 372’an.
Ji 15’ê Adara 2020’an ve pêşketinên têkildarî vîrûsa li tevahiyê cîhanê hatin jiyîn de wiha ne:
ÇÎN
Li Çînê ku yekemîn car vîrûs li derket holê, di nava 24 saetan de 10 kesan jiyana xwe ji dest dan. Komîsyona Tenduristiyê ya Neteweyî ya Çînê, ragihand ku hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 199’an û di 24 saetan de, 20 bûyerên din ên vîrûsê tespît kirin.
TIRKIYE
Li Tirkiyeyê hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 6’an. Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, diyar kir ku kesên ji imrê hatin kirine bin karantînayê û got: “Kesên bi guman ên tên, demildest testa wan tê kirin. Emê dest ji tedbîrên xwe bernedin.”
DYA
Li DYA’yê jî, heya niha 2 hezar û 500 kes bi vîrûsê ketin û 58 kes jî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.
ÎRAN
Welatê ku herî zêde vîrûs li bi bandor bûye Îrane. Li Îranê 12 hezar û 729 kes bi vîrûsê ketin û 611 kesan jiyana xwe ji dest dan.
YUNANÎSTAN
Li Yûnanîstanê jî, kesekê 53 salî ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest da û dûrê li tevahiya welat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 4’an.
KKTC
Li Komara Tirk a Qibrisê ya Bakur (KKTC) jî, 6 kes bi vîrûsê ketin. Wezîrê Tenduristiyê Alî Pîllî, diyar kir ku testa 4 kesan pozîtîf derketiye û ji van 4 kesan 2 jê hemwelatiyên KKTC’ê ne.
OZBEKÎSTAN
Li Ozbekîstanê jî yekemîn bûyera vîrûsê hat dîtin. Wezîrê tenduritiyê, diyar kir ku di kesekê ji Fransayê hat de vîrûs tespît kirine. Rêhewaya Ozbekîstanê, heya dawiya meha Nîsanê li Ewropa, Asya û Rojhilata Navîn hat girtin.