STENBOL - 32 sal berê li Helepçeyê bi çekên kimyewî 5 hezar mirov hatin kuştin. Rojnameger Ramazan Ozturk ê bi wêneyên xwe yên "Şahidê bêdeng" komkujiya Helepçeyê bi cîhanê re parve kir, têkildarî komkujiyê wiha got: “Ev komkujî bi qasî ku bi 2 xet nivîs nayê gotin ew qas êşek mezin a mirovahiyê bû. Bêdengiyek balkêş a mirinê bû."
Komkujiya Helebceyê di 16'ê Adara 1988'an de pêk hat. Balafirên şerên artêşa Iraqê bombeyên kîmyewî li ser bajarê Helebçeyê barandin û di nava çend saetan de li Helebçe û derdora wê qasî 5 hezar şêniyên kurd hatin kuştin. Bi 10 hezaran jî birîndar bûn. Wek kurdan û rayagiştî bi navê "enfal" jî tê bi navandin. Enfal navê komkujiyekî li Başûrê Kurdistanê ji aliyê sazûmaniya Baas ve hatiye pêk anîn e. Navê xwe ji ayeta Quranê ya Enfalê digire.
Raya giştî ya cîhanê, ji komkujiyê piştî çend rojan agahdar bû. Rojnemevan Remezan Ozturk piştî komkujiyê çû Helebceyê û wêneyên ku li Helebceyê kişandibûn, bi weşandina wan cîhan agahdar kir. Di wêneyekê de kesekî bi navê Elî Hawar zarokekî xwe yê yek mehî ku hê nav jî lê nehatibû kirin, bi awayekî hembêzkirî û dev vekirî, jiyana xwe ji dest dabûn. Wêneyê mijara gotinê, piştî ku di rojnameyan de hate weşandin, bû sembola komkujiya Helebceyê. Îro jî dema ku qala komkujiya Helebceyê tê kirin, Elî Hawar û zarokê wî yê yek mehî tê ber çavên mirov.
Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji bo bombeyên kîmyawî li Helebce û derdora wê di navbera salên 1991 û 1994'an de nexweşiya penceşêrê ji sedî 800 zêde dibû. Ji ber bombeyên kîmyawî nexweşiyên jinan çar qat zêde bûn û bi hezaran kes jî bi nexweşiyên qiriq, kezeb, poz û çavan ve rû bi rû man. Bi hezaran kesan jî çavên xwe wenda kirin. Li gorî agahiyan, hê jî bandora bombeyên kîmyawî, zarokên nû tên cîhanê tehdîd dike. Li gorî daneyên WHO zêdeyî 61 hezar û 200 kes seqet man.
Ji berpirsyarên sereke yên komkujiya herî bi xwîn a dîroka nêz Sedam Huseyn û Elî Hesen Ebdulmecîd ê bi navê kodê "Eliyê Kîmyawî" bûn. Herdu hatine girtin û hikûmeta Îraqê cezayê darvekirinê li ser wan birî. Sedam Huseyn di 30'ê kanûna biçûk a 2006'an de hat bidarvekirin û Eliyê Kîmyawî jî di 25'ê kanûna mezin a 2010'an de hat daleqandin.
Piştî şerê di navbera Rejîma Iraq û Îranê yê di 22'ê Îlona 1980’an de dest pê kir, Serokdewletê Iraqê Saddam Huseyin, di navbera salên 1986 û 1988'an de li dijî Kurdan dest bi tevgera Enfalê kir. Piştî YNK û KDP'ê şerê navbera xwe bi ndawî kirin û destûr da ku Artêşea Îranê têkeve Helepçeyê, Saddam Huseyîn berê êrîşên xwe da Helepçeyê. Saddam Huseyin bi destê fermandarê xwe Korgeneral Ali Hasan al Majîd “Kimyasal Ali” li dijî kurdên Helepçeyê kir. Bajarê Helepçe beriya bê bombekirin nifûsa wî 75 hezar bû. Lê piştî hat bombekirin bajar bi temami vala bû. Bajarekî xerabe ma.
Rojnameger Ramazan Ozturk ê bi wêneyên xwe yên "Şahidê bêdeng" komkujiya Helepçeyê bi cîhanê re parve kir, têkildarî komkujiyê wiha got: “Ev komkujî bi qasî ku bi 2 xet nivîs nayê gotin ew qas êşek mezin a mirovahiyê bû. Bêdengiyek balkêş a mirinê bû."
Ozturk, anî ziman ku çawa bihîst komkujî pêk hatiye, bi helikopterê di ser Îranê re derbasî Halebçe bû û wiha got: "Dema ez gihiştim bajar hêj bajar bombe dikirin. Dema ez li cihekî bilind ku Helepçe ji jor ve bibîne ji helikopterê daketim, ez rastî dînemek pir dilêş hatim. Li der û dorê dûvê mezin ên bombeyan hebû. Ji ber bombeyên teqiyabûn çalên kûr vebûbûn. Zûre zûr û qîre qîra mirov û sewalên birîndar bû. Her der qêrîn û nalîn bû. Ji ber bombeyan li ser bajar bûbû mij û moran. Dema me dîmena ewil dît me dizanîbû ku li nava bajar komkujiyek çiqas mezin heye."
'LI SER SIFRÊ DAYIKAN ZAROK HEMBÊZ KIRIBÛN Û MIRIBÛN'
Ozturk, anî ziman ku komkujî wekî wîze wîzekê bû û wiha axivî: "Li nava bajar wize wizek hebû. Dema em gihiştin nava Halebçeyê bêdengiyek pir balkêş hebû. Bêdengiyek mirinê ya balkêş hebû. Li gel demsaba biharê bû, denê çûkekî jî tune bû. Min wê demê şerê navbera Iraq û Îranê dişopand. Lê yekem car rastî mirinek bi vî rengî hatim. Yên nizanibûn digotin qey her der hatiye bombekirin û hemû xanî xerabûne. Lê hemû xanî sax bûn. Lê li her kuçeya kalanan cenazeyê mirovan hebûn. Li her derê cenaze hebûn. Bêhnek pir balkêş hebû. Ji ber xaza kîmyewî ya bombeyan laşê mirov şewitîbûn. Mirovên birîndar jî ji ber gazê wekî mirî xuya dibûn. Li ser sifrê dayikên ku xwestibûn zarokên xwe biparêzin û hembêz kiribûn û li ser sifirê miribûn. Dîmenê wan pir dilêş bûn. Di dema bombekirinê de bi hezaran mirovên ku ji bo xwe ji bombekirinê rizgar bikin, li erdekî rast kom bûbûn û jiyana xwe ji dest dabûn asta hovîtiya komkujiyê nîşan dida."
‘TU DÎMEN Û WÊNE NIKARIN RASTIYA WÊ HOVÎTIYÊ VEBÊJIN'
Ozturk ê ku dema qala bûyerê kir hêsir ji çavê wî barîn, wiha lê zêde kir: "Min çiqas wêne kişandibûna û ez çiqas bêjim û binivîsim nikarin wê hovîtiyê vebêjim. Ji ber ku ew komkujî bi nivîsandina 2 xetên rojnamegerekî nayê ziman. Hovîtiyek pir mezin a mirovahiyê ye. Ez xwedî berpirsiyar bûm ku wê hovîtiyê ji hemû cîhanê re ragihînim. Mirina bav û kur, dayik û kur ên hev hembêz kiribûn û bi ser hevde miribûn hovîtiya heyî nîşan dide. Wêneyê ku min kişandin ez wan wekî "Şahidê bêdeng" pênase dikim. Ev wêne pir balkêş in. Di wêneyê kur û bav de rûyê zarok pir masum û pak bû. Lê ev pak û masumiyet, bû qurbana bombeyên qirêj ên şer.
Dema em li wî wêneyê bav û kur dinerin, Bav Omer Havar ku jiyana xwe ji dest dide, ji bo bi ser kurê xwe de nekeve inîşka xwe dide pêpelokê û zarokê xwe diparêze. Ji ber vê yekê min got "Şahîdê bêdeng" Ev tenê tiştê ku min dîtiye. Lê tiştê ku min nedîtiye di wêneyekî de hilnayê. Tenê bi wêneyekî nayê vegotin."
Ozturk, anî ziman ku Malbata Omer Havar xwedî 7 zarokên keçik bûn. Malbata Hawar dixwestin zarokên wan ên kur çêbibin. Herî dawî çêwiyên Havar çêbûn û herdu jî kur bûn. Ev wêneyê kur û bav yek ji wan wêneyê Omer û kurê wî ye.
Ozturk, herî dawî anî zimanku Herêma Federe ya Kurdistanê ji bo komkujî neyê ji bîrkirin bi qasî tê xwestin hasas nêzîk nabe û wiha wiha bi dawî kir: "Ji bo ev komkujî neyê ji bîr kirin divê Kurd bi awayekî profesyonel belgeyan çêkin. Di vir de erkek mezin dikeve ser çapemenî û siyaseta Kurd.
MA / Nacî Kaya