AMED - Rojnameya xwebûnê bi nivîskar û mijarên dû derket. Nivîskar Aysel Tabak bi nivîsa "Sembol û Serfoved" balê dikişîne ser Newrozê. Nivîskar Harûn Evîndar jî bi sernavê "Birîna ku hîn xwîn jê tê Helepçe" balê dikiş^ne ser komkujiya Helepçeyê.
Rojnameya Xwebûnê ku heftane weşanê dike bi manşeta "Vîrusê Newroz betal kir" derket. Rojnameyê di vê hejmarê de jî cih da nivîskarên nû. Samî Hêzil, Mem Avba û Harûn Evîndar cara ewil ji bo rojnameyê nivîsandin. Dîsa niviskar Zehra Mohammedzadeh, Mizgîn Ronak, Aysel Tabak, Yildiz Çakar, Samî Tan, Felemez Ulug, Ramazan Tûnç, Yaşar Eroglu, Pêşar Bextewer, Berfîn Dijle, Şener Ozmen û Agît Yazar bi mijarên nû nivîsandin.
Rojname di vê hejmarê de bi naverokeke dewlemend balê dikişîne ser Komkujiya Helebçeyê. Nivîskar Harûn Evîndar ku yekem car dinivîse cih da komkujiya Helepçeyê û wiha got: "Bi qasî xak û dîrokeke bi berhem ewqasî jî bi êş û kul e Kurdistan. Bi qasî gelê ku leheng û mêrxas e, ewqasî bi birîn û keder e. Jina kurd çiqasî xweragir û bi qudret e, ewqasî li ser sînga wê ji sungî û mîxên xayîn û nemerdane tije birîn, hesret û keser e. Em xwedî dîrokeke qedîm û heqîqeteke wisan in, hema bêje tu rojek nîn e ku xwedî wate, pîrozî û êş nebe. Ji bo vê ye ku dijminên gelê kurd ên xwînxwar tim ji bo li xwîna kurdan bimijin, bi devxwîn û çavsorî êrîş dikin, qetil dikin û tune dikin...."
Yaşar Eroglu bi sernavê ‘Birîna xedar Helebçe’ der heqê komkujiya Helebçeyê de nivîsandine. Mizgîn Ronak jî vê hefteyê di nivîsa xwe ya quncik de cih daye Helebçeyê.
'MÛZÎK PIRA NAVBERA ZIMANAN E'
Vê hefteyê hunermend Mem Ararat têkildarî hunera muzîkê û girîngiya zimanê kurdî pirsên rojnameger Rizoyê Xerzî bersivandiye û hunermend wiha dibêje: “Min sozek daye xwe û guhdarên xwe; strana bi dil û giyan hîs nekim ez ê nebêjim. Muzîk bexçeyê giyanê min e û dixwazim wî bexçeyî her paqij bihêlim. Lewma bi hezkirinek mezin bi muzîkê re mijûl dibim. Kevirê heps û tirba xwe wisa dixemilînim. Muzîk li xwe û
mafê xwe haybûn û bi israr daxwazkirina mafê xwe ye. Muzîk daxwaza jiyînek bi serbilindî û bêminetî ye. Muzîk di nav beşên hunerê de ya herî zû di nav civatê de
berbelav dibe. Kesekî bi zimanê te nizanibe jî tu dikarî bi rêya muzîkê pê re têkilî deynî.
AGIRÊ NEWROZÊ JI TEVAHIYA CÎHANÊ VE XUYA DIKE'
Nivîskar Aysel Tabak jî li ser Newrozê nivîsî û wiha got: "Li çar parçeyên Kurdistanê, li her bajarê Kurdistanê gelê kurd bi hezaran derdikevin qadan û bi hestên neteweyî, bi coş Newrozê pîroz dikin. Jinên
kurd agirê Newrozê geş dikin. Agirek wisa vêxistine ku ne tenê li Kurdistanê li hemû cîhanê xuya dike..."
Zehra Mohammedzadeh jî çîroka jina bi navê Fîrozeyê Tûfegul a kurdên Xorasanê nivîsandiye.
Nûçegihanê rojnameyê Aryan Med der barê vîrusa koronayê de nûçeyeke taybet amade kiriye û ji bijîşk Veysî Ulgen nerîn wergirtiye. Ulgen balê dikişîne ser polîtîkayên şaş ên tenduristiyê û ji bo parastina ji vîrusê hişyariyan dike. Ramazan Tunç jî bi sernavê ‘Wuhan kuxiya, hemû cîhan bi zekemê ket’ ve balê dikişîne ser vîrusa koronayê û aboriyê.
KEÇELÊ GURIYÊ GEMARÎ
Berfîn Dijle jî bi sernavê ‘Keçelê guriyê gemarî’ ve der heqê navendên çandina por û keçeliyê nivîseke mîzahî nivîsandiye.