NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî, diyar kir ku ew ji bo derxistina hêzên dewleta Tirk û çeteyên wê ji Lîbyayê bi israr in û got: "Tirkiyeyê 7 hezar û 500 hêzên çekdar ji Sûriye şandin Libyayê. Di navde nêzî hezar pispor û serbazên dewleta Tirk gihîştine Lîbyayê."
Berdevkê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî îro civîneke çapemeniyê li paytexta Misirê Qahîreyê li dar xist. El-Mismarî di civînê de li ser pêşdeçûnên dawîn ên leşkerî li welêt, destwerdana dewleta Tirk û şandina çeteyên ji DAIŞ, Cebhet El-Nusra û El-Qaîde ji Lîbyayê re axivî. El-Mismarî, ewil bal kişand ser nexweşiya metîngeriyê û got: "Nexweşiya mêtingehkirina gelan ji nexweşiya Koronayê xeternaktir e. Me biryar da ku terorê ji Lîbyayê têk bibin. Me bendeke nû li sepandiyên xwe zêde kir ku tevahî hêzên dewleta Tirk, çeteyên sûrî û biyanî derxin."
El-Mismarî, diyar kir ku hêzên çekdar ên Lîbyayê di hundirê taxên Terablusê de hene û dê her tiştî girêdayî Tirkiyê wêran bike û hêzên Tirkiyê stasyonên radar û moşekan li nêzî Mesrata û Miêtîqayê ava kirin. El-Mismarî piştrast kir ku tevahî petrol û gaza Lîbyayê niha di bin serweriya Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê de ne û bi rêya nexşeyê hêrêmên belavbûna artêşê eşkere kir. Ehmed El-Mismarî, destnîşan kir ku kesê êrişên terorî li Lîbyayê pêk tîne Tirkiyey e û wiha axivî: "Bi Ebî El-Firqan tê nasîn. Wêneyên xwe li rex serokkomarê Tirkiyê, serok istîxbaratê û wezîrê parastinê belav kirine."
'ERDOGAN HEFTEYÊ 300-400 ÇEKDAR DIŞÎNE LÎBYAYÊ'
Ehmed El-Mismarî bal kişand serhejmara hêzên çekdar ên ku Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan ji Sûrî şandine Libyayê û wiha got: "Hêjmara çeteyên Tirkiye şandine, gihîşt 7 hezar û 500’î. Di navde hezar serbaz û ferdên Tirkiyeyê jî hene. Fermandarê tevahî komên çeteyan milyonek dolar ji hikumeta El-Wîfaq a Lîbyayê wergirt. Qedera terorên li Lîbyayê yan kuştin an jî xistina girtîgehê ye. Erdogan heftane ji 300 heta 400 çeteyî dişîne rojavayê Lîbyayê. Nêzî 2 hezar terorên ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê jî şandin."
Ehmed El-Mismarî, herî dawî destnîşan kir ku nêzî 190 çete ji Lîbyayê revîn Ewropayê, li aliyekî din jî piştrast kir ku di nava cil û bergên çeteyên Tirkiyê hebên hişbirê ya çêkirinên Sûrî li rex sembolên DAIŞ’ê yên li ser cilên wan, hatin dîtin.