AMED - Endam û rêveberên HDP, DBP, MEBYA-DER, TUAY-DER, KÎD û gelek welatiyan şîna Onûr Akyuz ê HPG’yî ziyaret kirin.
Çapemeniya HPG'ê daxuyanî da û diyarkirin ku Onûr Akyuz (Nûman Amed), Hamid Sadiqî (Ajwan Botan), Servet Huseyinî (Serdar Qendîl) li Xakurkê di êrîşa hewayî ya 10’ê Adarê de jiyana xwe ji dest dane. Piştî agahiyê, malbata Onûr Akyuz li Mala Şînê ya Dercimtê sersaxî qebûl kirin. Endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Heremên Demokratîk (DBP) yên Amed û navçeyên wê, Reveberên Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiya (TUAY-DER), Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD), Komeleya Çand, Piştevanî û Alîkariyê ya Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) û gelek welatî çûn serdana şîna malbata Akyuz. Şîna Akyuz dê sibê bi dayîna mewlûdê bi dawî bibe.