MÛŞ - Wezîrê Karên Hundir, li Navçeya Milazgîrt a Mûşê 4 keyayên gundan ji peyvirê girtin.
Wezîrê Karên Hundir li Navçeya Milazgîrt a Mûşê keyayê Gundê Yeramîşa Mehmet Kaya, Keyayê Gundê Axwêran Milazim Altun, Keyaye Gundê Elîqarxana
Sertip Demir û Keyayê Gundê Qasimî Salih Soylemez ji peyvirê girtin. Di 12'ê Sibatê de eskeran bi ser gundê Yeramîşa, Axwêran, Elîqarxana û gundê Qasimî de girtibûn û keya binçavkiribûn. Wezîr bi hinceta der barê keyayan de lêpirsîn heye, keya ji peyvirê dûr xistin. Hat diyar kirin ku dê li şûna keyayan azayên wan bi cih bikin.