STENBOL - Endamên Grup Yorum ji bo bibin dengê hevalên xwe yên komê Îbrahim Gokçek û Hêlîn Bolek, li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniyê daxuyanî dan û xwestin her kes bibin dengê Mustafa, Helin û Îbrahim.
Endamên Grup Yorum ji bo piştgiriyê bidin hevalên xwe yên komê Îbrahîm Gokçek û Helîn Bolek, li pêş Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Umraniye ya Stenbolê ku Gokçek û Bolek lê girtî ne, daxuyanî dan çapemeniyê.
Endamên komê pankarta “Bila daxwazên endamên Grup Yorum û Mustafa Koçak bên qebûlkirin. Mudaxaleya bi zorê cînayet e" vekirin. Dayika Hêlîn Bolek Aygul Bîlgî, bavê Îbrahîm Gokçek Mehmet Gokçek, endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TAYAD) û Dayikên Şemiyê jî tev li çalakiyê bûn. Malbat, endamên Grup Yorum û nûnerên saziyan li pêş avahiyê kom bûn û daxuyanî dan çapemeniyê. Endama Grup Yorum Dîlan Ekîn, diar kir ku daxwaza milyonan a edaletê heye û her ku diçe ev daxwaz zêdetir dibe. Ekîn, anî ziman ku li welat her ku diçe bê edaletî, xizanî, mêtîngerî zilm, îşkence û faşizm zêde dibe û xwest bê hiqûqiya li ser endamên Grup Yorum bi dawî bibe. Dîlan Ekîn bal kişand ser binpêkirina mafan a li dijî Îbrahim û Helin û wiha got: "Bi zorê mudaxaleyî Mustafa Koçak ê di rojiya mirinê de ye kirin. Bijîşkên bernahiya Mengeneyê ne, bêyî daxwaz û vîna Mustafa mudaxaleyî wî kirin. Kes nikare ji vê yekê re bêje dermankirin. Ev raste rast cînayet e. Hewldana qetilkirinê ye. Herî dawî destûr nadin ku malbat û parêzer pêre hevdîtin bikin. Îbrahim 272, Helî jî 269 rojin di rojiya mirinê de ye. Tenê daxwazek me heye. Ew jî em dixwazin azad hunerê bikin.
Endamê TAYAD'ê Hasan Basri Yildiz jî anî ziman ku faşîzma AKP'ê bi zorê Helîn û Îbrahim rakirin nexweşxaneyê û wiha got: "Ger ku tiştekî neyînî pêk bê, berpirsiyarê vê yekê hikûmet e. Di destê wan de tu hinceta hiqûqi tune ye. Îro di destê AKP’ê de tenê zor û zilm heye. Niha der û dora me bi dehan maşineyên polîsan kom bûne. Ev maşîneyên wan 24 saetan dixebitin. Em dixwazin Helîn û Îbrahim bi lez serbest bên berdan."
Çalakî bi çepikan bi dawî bû.