* Şahidên, Newroza bi xwîn a di sala 1992’yan de li Şirnexê 47 kes hatin qetilkirin, diyar kirin ku ji bo ravekirina ruhê 92’yan tu peyv tuneye û gotin: “Li gel hemû astengiyan jî, gel li ser serbanên malên xwe agirê Newrozê pêxistin, bi berxwedanê dorpêç şikandin û kolan vale ne hiştin.”
* Hat destnîşan kirin ku di 3 mehên dawî de nêzî 30 xwendekarên jinên ên li Zanîngeha Mûstafa Kemal dixwîn in, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û gef li wan hatiye xwarin. Hat dest nîşan kirin ku xwendekarekê ji ber vê dest ji dibistinê berdaye.
* Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê, ji bo binpêkirina qanûnê, bi îhaleya ku kir 5 parçe, cadeya dîrokî ya dikeve çarçoveya “Qada Sît a Bajar” bi awayekê ku xirab bibe, ronî kir. Nûnera TMMOB’ê Derya Akyol, bal kişand ser zirar li tevna dîrokî hatiye kirin û got: “Ev şaşiyek bi mîlyona ne.”
* Aborîzan Bahadir Ozgur, diyar kir ku ji ber vîrûsa koronayê, ew bi aboriyeke bêîstîkrar rû bi rû ne û got: “Tirkiye wê awayekê pir zêde ji vê yekê bi bandor bibe.”
* Rêveberê TUHAYDER’ê Nazim Adiguzel, bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “Yek ji qadên ku bi rîska şewba vîrûsa korona re rû bi rû ye girtîgehin. Divê qadên gardiyan lêne bên dezenfekte kirin û li qawîşan bergirî bên girtin.”
* Herî kêm cezayê 974 kesên di pevçûnên di demên cuda de, jiyana xwe ji dest dayîn, li gorîstanên bêkesan tên girtin. Gelek cenazeyan bi hinceta “Hevgirtina DNA’yê temam ne bûye” nadin malbatên wan.
* Yek ji kesên di şandeya Mirovên Aqilmend de cih girt Celalettîn Can, diyar kir ku bi tune hesibandina pirsgirêka kurd re Tirkiye nayê bi rêve birin û got: “Civakeke ku pirsgirêka kurd çareser nekiribe, civakek du linge û nikare demokrasiyê hembêz bike.”
* Danişîna doza Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz dê li 9'emîn Dadeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (09.00-16.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, dê li Odeya Rêveberiya Koma Meclîsê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:00)