ŞIRNEX - Şahidên, Newroza bi xwîn a di sala 1992’yan de li Şirnexê 47 kes hatin qetilkirin, diyar kirin ku ji bo ravekirina ruhê 92’yan tu peyv tuneye û gotin: “Li gel hemû astengiyan jî, gel li ser serbanên malên xwe agirê Newrozê pêxistin, bi berxwedanê dorpêç şikandin û kolan vale ne hiştin.”
Di kevneşopya gelê kurd de, ji Kawayê Hemdem bigirin heya roja îro, roja raperîna li dijî Dehaqan û sembola hatina biharê Newroz weke “Cejna Neteweyî” tê pîrozkirin. Di dîrokê de, yekemîn care ku ji ber şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) pîrozbahiyên Newrozê tên betalkirin. Ji necarî wê îsal Newroz bi awayekê girseyî neyê pîrozkirin.
Newroza ku her sal bi ruhê berxwedan û azadiyê dihat pîroz kirin, di salên 1990’an de, bû heda êrîş û çekan. Newroza sala 1992’yan ku weke “Newroza Bixwîn” derbasî dîrokê bû, li Şirnexê 47, li Cizîr3e 57 û li Nisêbînê jî 16 kes hatin qetilkirin.
Fitîla yekemîn a “Newroza Bixwin” li Şirnexê hat vêxistin. Di roja 21’ê Adarê de bi hezaran kesên guh nedan biryara qedexaya Newrozê ya Walîtiya Şirnexê, li Qada Komarê ya navenda Şirnexê kom bûn. Bi hezaran kes ji gundan herikîn û xwestin Newrozê pîroz bikin. Lê ev daxwaza gel rastî êrîşên tank, top û çekên kontra-gerîlla, polîs û leşkeran hat. Gule li gel hat reşandin û dûre bûyer derketin. Ev bûyerên di Newroza Şirnexê rû dan de heye heftiyekê dewam kirin. Dûre li gorî danayên fermî yên hatin ragihandin, di bûyeran de 47 kesan jiyana xwe ji dest dan û ji 80 kesî zêdetir jî, birîndar bûn. Piştî Newrozê 24 kesan hatin binçavkirin û girtin. Ji bo van kesan, ji 7 salan heya 35 salan cezayê girtîgehê hat bîrin.
Yek ji şahidên Newroza Şirnexê yê hat girtin û 12 sal cezayê girtîgehê lê hat birin Şahîn Sumbul ê 9 sal û 6 meh di girtîgehê de ma ye.
ALA NEWROZÊ NEKET ERDÊ
Sumbul, diyar kir ku rayedarên dewletê destûr nedan pîrozbahiyên Newrozê û wiha axivî: “Lê belê gel bi biryar bû. Gel biryara xwe dabû û di pîrozkirina Newrozê de bi israr bû. Ji hemû gundan mirov diherikin navenda Şirnexê. Ji bo ku bên Şirnexê ketin ser rêyan. Dewletê dizanîbû ku wê gel guh nede qedexeyan. Newroz wê li Qada Komarê bihata pîrozkirin. Lê mixabitin dewletê bi rijandinê xwînê gel asteng kir. Gel di ketina bajêr de hat astengkirin. Leşkeran rêya gel girtin. Bi tang û topan bûn asteng. Lê gel guhê xwe neda wan û ji bo Newroza xwe pîroz bikin hatin Şirnexê. Çi dema ku gel ket kolanan, hêzên leşkerî bi çekan êrîşî gel kirin. 7-8 mirov li ber çavên min ketin erdê, lê ala di destên xwe de nedanîn erdê. Bi vîna gel ew êrîş hatin şikandin.”
RUHÊ WAN ROJAN
Sumbul, anî ziman ku ji bo pênasekirina ruhê wan rojan tu gotin tuneye û wiha bilêv kir: “Mirov li dijî çekan meydan kirin. Ji bo pênasekirina ruhê 92’yan ez tu gotinan nabînin ku bêjim. Ew roj bi komkujî û xwînê derbas bû. Lê di heman demê de vîn û berxwedanek mezin jî hebû. Di saya wan rojan de îro Newroz bi rehetî tê pîroz kirin. Bandora berxwedana wan rojan pir zêdeye. Biryara ku wê teqez Newroz bê pîrozkirin hebû û ev biryar pêk hat jî.”
LI SERBANAN AGIRÊ NEWROZÊ
Yek ji şahidên Newroza Şirnexê Taybet Înan a 71 salî jî, derbarê wan rojên ku qet ji bîra wê naçin de, wiha got: “Xwestin bi komkujiyan Newroza 92’an biçewisînin. Wê rojê em bi keyfxweşiyek mezin daketin kolanan. Me xweşt me Newroza xwe pîroz bikin. Lê polîs û leşkeran êrîşî me kirin. Ji nişkave gule berdan me. 2 kes li kêleka min ketin erdê. Gel bi hawar gazî li çep û rastê xwe reviyan. Ez jî çûm li gel birdariya Bîşeng rûniştim. Destûr nedan ku mirov li hev kom bibin. Wê rojê jinek li gel min birîndar bibû. Ji bo ku em birîndar û cezayên xwe bibînin em çûn nexweşxanê. Destûr nedan em biçin nexweşxanê jî. Ji ber ku me nekarî em li hev kom bibin, mel li malên xwe agirê Newrozê vêxist. Me jî li serbanê xwe agirek mezin vêxist. Em bi vî awayî Newroza xwe pîroz kir. Me nehişt ku agirê Newrozê qet vemire. Ji wê rojê û şûnde ez her sal tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûm. Min her tim agirê Newrozê vêxist. Em bi Newrozê hatina biharê li gelê xwe pîroz dikin. Ez wê rojê pir keyfxweş dibim û kelecaniyek mezin bi min re çêdibe.”
HEMÛ ŞIRNEXÎ LI KOLANAN BÛN
Meryem Îrmez jî, bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên sala 1992’an û wiha bilêv kir: “Di serî de jin, hemû kes li bajarê derketin kolanan. Çawan ku gel dest bi meşê kir, leşkeran gule barandin. Mirov hatin kuştin. Ji pencereyan jî gule berdidan gel. Destûr ne didan ku em cezaneyên xwe jî ji erdê rakin. Cenazeyên di kolanan de mabûn me birin mala xwe. Me li malê cenaze şûştin û kefin kirin. Destûr ne didan ku em cenazeyan derxin derve û defin bikin. Me ne dikarî em ji malê derkevin. Wê rojê hemû şirnexî li kolanan bûn. Wê rojê berxwedanek mezin hebû. Kesên di destên wan de al hebûn, gule li wan dihat reşandin. Lê me nehişt ku ala me bikeve erdê.”
EW ROJA NAYIN JI BÎR KIRIN
Îrmez, dest nîşan kir ku ew her sal di meha Adarê de Newroza berî 28 salan bibîr tîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ezê wan rojan tu carî ji bîr nekim. Ezê wê vîna mezin û raperîna bi hêz a gel qet ji bîr nekim. Em her sal bi heman ruh û baweriyê Newroza xwe pîroz dikin. Me bedelên pir mezin di wê Newrozê de dan. Ji ber vê bîranîna wê jî di dilê me de pir mezine.”
MA / Mujdat Can - Omer Akın