HATAY - Hat destnîşan kirin ku di 3 mehên dawî de nêzî 30 xwendekarên jinên ên li Zanîngeha Mûstafa Kemal dixwîn in, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û gef li wan hatiye xwarin. Hat dest nîşan kirin ku xwendekarekê ji ber vê dest ji dibistinê berdaye.
Hat diyar kirin ku di 3 mehên dawî de nêzî 30 xwendekarên jinên ên li Zanîngeha Mûstafa Kemal dixwîn in, ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin, gef li wan hatiye xwarin û xwendekarekê ji ber vê yekê dest ji dibistanê berdaye. Bi taybetî ji sala 2018’an ve kiryarên li dijî xwendekarên çepgir, sosyalîst û welatparêzer di demên dawî de pir zêde bûne. Polîsên kincên sivîl li wan, bi telefonê li malbatên xwendekaran digerin û diçin malbatên xwendekaran. Xwendekarên ji ber vê yekê serî li Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Hatayê dan, daxwaza alîkariyê kirin.
‘TIŞTÊN HÛN DIKIN MA GELEK QANÛNÎ NE?’
Yek ji xwendkarên rastî gefên polîsan hat S.B., diyar kir ku polîsên her tim rêya wê digirin, dixwazin pêre sohbet bikin û wiha axivî: “Ji ber ku min ev daxwaza wan qebûl nekir, vê carê her tim min nerehet dikin. Di sala 2018’an de yekem car ez rastî pêkanînek wiha hatim. Lê piştî demek dirêj ez dîsa rastî vê pêkanînê hatim. Ev zextên li ser min di demên dawî de zêdetir bûne. Min ji kesên xwestin bi min re hevdîtinê bikin re got, ‘Ev nêzîkatiya we ne qanûniye. Ger derbarê min de biryarek hebe, wê bi cih bînin. Lê ger tiştek tune be ew mafê we nîne ku hûn her tim rêya min bibirin. Ev ne qanûniye.’ Wan jî li ser vê yekê ji min re goti, ‘Tiştên hûn dikin ma pir qanûnîne? Em dizanîn hûn çi dikin. Hûn bi kesên şaşre dema xwe derbas dikin. Evê tiştekê bîne serê te. Baş guhdarî me bike. Dest ji van karan berde. Dibistana xwe bixwîne. Emê cardin li te bigerin.’”
‘EV DEMEK DIRÊJE GEFAN LI MIN DIXWIN’
S.B., di dewama axaftina xwe de ev agahî dan: “Berî demekê kesekî li min geriye û ji min re got, ‘Em dixwazin bi tere sohbet bikin. Di derketina dibistanê de em li benda tene.’ Çawa ku ez ji dibistanê derketim van kesan pêşiya min girtin. Polîs, hem li bavê min geriyabûn û hem jî çûbûn kargeha bavê min û ji bavê min re gotibûn ‘Hevalên derdora keça te pir ne başin. Wê ber bi şaşiyan ve dibin. Xwedî keça xwe derkeve. Ji bo vê em dikarin ji bo we bibin alîkar. Ger tu xwedî keça xwe dernekevî, wê belayekê bîne serê xwe.’ Lê bavê min guh nade van kesan û wan ji kargeha xwe diqewirîne. Hin polîs tên serdana mamosteyan û derbarê me de agahiyê ji wan digirin. Ne ez tenê vê rewşê dijîm. Gelek hevalên min ên jin vê rewşê dijîn. Hin hevalên min difikirin ku dest ji dibistanê berdin.”
‘EM Ê SERLÊDANA SÛC BIKIN’
S.B. da zanîn ku ewê li dijî zextên li wan tên kirin mafê xwe yê qanûnî bi pêk bînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Me serî li ÎHD’ê da û em ê gilî bikin.”
Xwendakara jin F.A jî, diyar kir ku polîs û rêveberiya zanîngehê zextan li xwendakrên çepgir, sosyalîst, demokrat û welatparêze dikin. F.A., dest nîşan kir ku heya roja îro 30 xwendekarên jin rastî heman zextên polîsan hatin û wiha got: “Em xwendekar rastî gefên polîsan tên. Li zanîngehan zextên hene. Me hevdîtin bi mamosteyên xwe re kir, lê ew jî mîna polîsan axivin. Ev rewş her tim tê jiyîn. Me serî li ÎHD’ê da û emê gilî bikin. Hevalekê me neçar ma ku ji ber van zextan dest ji dibistanê berde. Li Îskenderûnê jî hevalekê me tim rastî gefan tê. Ev heval me jî neçar ma ku dibistana xwe rawestîne û paşve vegere bajarê xwe. Ev zext dibin sedama dest jê berdana dibistanê.”
‘DI DIBISTANAN DE BÊ MAFÎ HEYE’
F.A. daxuya kirin ku teklîfa sîxurtiyê ji bo hin xwendekariyan hatiye kirin û bi van gotinan bertek nîşanî zextên polîsan dan: “Polîs, sirf ji bo xwendekaran dibin zextên xwe de bigirin, malên apart ên xwendekar lê dimîn in kirê kirine. Li derdora Kampusa Serînyol, di her malekê apartê de yek an jî du polîs hene. Li her derî me aciz dikin. Ji bo ku xwendekar li hev kom nebin, van zextan dikin. Li dibistanê jî gelek bêmafî tên jiyîn. Ji bo ku em li dijî van bêmafiyan dernekevin jî van zextan dikin. Zanîngeh ji zanistiyê dûr ketiye. Ji mamosteyan bigirin heya rektoran, nikarin du gotinan bînin gel hev. Îro zanîngeh bi van mirovan tije bûne. Lê ew çibikin bila bikin, emê li dijî van zextan derkevin.”
MA / Erdogan Alayûmat