STENBOL – Rêveberê TUHAYDER’ê Nazim Adiguzel, bal kişand ser rewşa girtîgehan û got: “Yek ji qadên ku bi rîska şewba vîrûsa korona re rû bi rû ye girtîgehin. Divê qadên gardiyan lêne bên dezenfekte kirin û li qawîşan bergirî bên girtin.”
24 girtiyên li Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê diman, di 9’ê Adarê de sewqî girtîgehên cuda hatin kirin. Ji 24 girtiyan 16 jê birin Girtîgeha Afyonê û 8 jî jê birin Girtîgeha Bandirmayê. Rayedarên girtîgehê, derbarê sewqên girtiyan de bi tu awayî agahî nedan malbatan. Ji ber hevdîtina telefonê ya heftana nehat kirin, malbat, nû fêr bûn ku xizmên wan hatine sewqkirin.
Hin malbatan bi dehan car li girtîgehê geriyan heya ku derbarê xizmên xwe de agahî girtin. Endamê Desteya Rêveber a Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên Girtî û Hikumxarên Marmara (TUHAYDER) Nazim Adiguzel, diyar kir ku ew li ser agahdarkirina malbatan, hayê wan ji vê rewşê çêbûye.
ÎŞKECEYA KU ŞOPA WÊ NEMÎN E
Adiguzel, anî ziman ku rayedarên girtîgehê derengiya şevê bi ser qawîşa girtiyan de girtine û wiha axivî: “Gardiyenan bi hincetên wê lêgerînê di qawîşan de bikin û qawîşên hin girtiyan bi guherînin, girtî hemû derxistine derve. Gardiyenan li ser pirsa ‘hûnê hevalên me bi ku ve bibin’ girtî derp kirine. Girtiyên ku sewqî girtîgehên Afyon û Bandırmayê hatin kirin, di ketina girtîgehan de rastî îşkencê û lêgerîna tazî hatine. Girtiyên hatin sîrgûnkirin di hevdîtinê de ji xizmên xwe re gotine, ‘neyin hevdîtinên me yên girtî. Dema hûn tên, me davêjin hucreyan. Li vê derê ewlekariya canê me tuneye. Tu daxwazên me pêşwazî nakin.’ Di heman demê de, gardiyenan ji girtiyên li dijî îşkencê û lêgerîna tazî derketine re gotine; ‘Li ber xwe nedin. Hûn çiqasê li ber xwe bidin, emê ewqasê îşkencê li we bikiln. Ji xwe ji bo vê yekê hûn anîne vê derê.’ Girtî jî ji ber vê ji raya giştî hêvî dikin ku bi hestiyar tevbigerin.”
‘TEKANE BERGIRÎ TALOQKIRINA HEVDÎTINA NE’
Adiguzel, bal kişand ser rîska vîrûsa koronayê jî û wiha bilêv kir: “Yek ji qadên ku bi rîska şewba vîrûsa korona re rû bi rû ye girtîgehin. Ji ber vê vîrûsê girtîgeh dibin gefek mezin dene.”
Adiguzel, dest nîşan kir ku divê qadên gardiyan lêne bên dezenfektekirin û wiha got: “Lazime ku li qawîşan bergirî bên girtin. Di qawîşên girtiyan de tu bergirî nehatine girtin. Tekane bergiriya hatiye girtin taloqkirina hevdîtina ne. Gelo ji bilê vê heya niha çi bergirî girtine. Lê ger dixwazin bergiriyê bigirin, wê demê demildest divê hemû girtiyan berdin.”
MA / Ferhat Çelîk