NAVENDA NÛÇEYAN - Herî kêm cezayê 974 kesên di pevçûnên di demên cuda de, jiyana xwe ji dest dayîn, li gorîstanên bêkesan tên girtin. Gelek cenazeyan bi hinceta “Hevgirtina DNA’yê temam ne bûye” nadin malbatên wan.
Bi sedan cezayên kesên di pevçûnên demên cuda û qedexeyên derketinên kolanan ên di navbara salên 2015 û 2016’an rû dan de jiyana xwe ji dest dayîn di goristanên bêkesan de tên girtin.
Piraniya cenazeyên li gorîstanên bêkesan ên Stenbol, Erzirom û Mêrdînê hatine definkirin û nasnameyên wan diyarin, bi hinceta “Hevgirtina DNA’yê temam ne bûye” nadin malbatan. Gelek ji van cenazeyan jî, ji ber ku malbatên wan serlêdan nekirine, li goristanên bêkesan hatine definkirin.
HERÎ KÊM 974 CENAZE
Li gorî agahiyên ji Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Malbatên Xizmên xwe di Dergûşa Şaristaniyê de Windakirin (MEBYA-DER) û şaredariyan, herî kêm 974 cezane li goristanên bêkesan hatine definkirin.
Agahiyên, li kîjan bajarî çend cenaze li goristanên bêkesan hatine definkirin wihan e:
MÊRDÎN: Li goristina bêkesan a navçeya Artûklû herî kêm 49 cenaze hene. Piraniya van cenazeyan, aîdê kesên di dema qedexeyên derketina kolanan ên li navçeyên Nisêbîn û Hexezê de jiyan dest dane.
ŞIRNEX: Li navend û navçeyên Cizîr, Hezex, Sîlopî û hin bajarokan cenazeyê 95 kesan li goristanên bêkesan hatine definkirin.
AMED: Li Goristina Yenîkoyê 28 cenaze hene.
SÊRT: Li Goristina Şex Mûsa, Goristina Şêx Suleyman û Goristana Zeviya, cenazeyê 100 kesan hene.
DERSIM: Li navenda bajêr, cenazeyê 100 kesan li goristanan bêkesan hene.
ÊLIH: Li goristana Asrînê 2 cenaze hene.
EDENE: Cenazeyê 7 HPG’iyên di pevçûneke li Çiyayê Amanos rû da de jiyana xwe ji destan li goristana bêkesan hatine defikirin. Cenazeyê 6 kesan jî li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên rawestandin.
XERPÊT: Çend cenaze li goristina bêkesan hatine definkirin, nayê zanîn.
ERZIROM: Li goristina bêkesan 46 cenaze hene û piraniya van cenazeyan aîdê kesên di qedexeya derketina kolanan a li navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dane ne.
MELETÎ: 266 cenaze li goristina bêkesan hatine definkirin.
RIHA: Cenazeyê 11 kesên di qedexeyên derketinên kolanan de jiyana xwe ji dest dayîn li goristana bêkesan hatine defikinkirin.
STENBOL: Cenazeyê 264 kesên di 19'ê Kanûna 2019'an de li Goristaxa Xerzanê ya Gundê Oleka Jor ê Bedlîsê, hatibûn derxistin û şandibûn Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê, li goristina bêkesan a Kîlyos hatine definkirin.