STENBOL - Îsal Kurdên Stenbolê ku xwe amade dikirin bi tevlebûna milyonek kesan Nerozê pîroz bikin, ji ber vîrûsa Corona dê li tax û kolanan pîroz bikin. Welatî diyar dikin ku dê Newrozê wekî salên 1990’î li taxan agirê Newrozê geş bikin.
Kurd her sal bi tevlêbûna milyonan û bi mîtîngêr girseyî Newrozê bi coşek mezin pîroz dikin. Îsal jî xwe amade kirin ku Newrozê bi mîtîn girseyî pîroz bikin. Lê piştî Vîrûsa Corona li Tirkiyeyê jî belav bû, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên demokratîk biryar dan ku îsal mîtîngên Newrozê li dar nexin. Rêxistinên Kurd ku plan kirin îsal bi hişyariya “Ji bo azadî û demokrasiyê yekîtî / Ji bo edalet û demokrasiyê azadî" li dar bixin, bi belav bûna vîrûsê mîtîngên Newrozê betal kirin. Li Stenbolê dihat plankirin ku îsal Newroze di 22'e Adarê de li Yenikapi pîroz bikin. Piştî vîrûsa Corona (Covid-19) belav bû, Kurdên li Stenbol plan dikin ku wekî salên 19990'an Newrozê li tax û kolanan pîroz bikin.
Li stenbolê di sala 1979'an de cara ewil li salona dawetê ya Încî nêzî Hezar û 500 kurd li hev kom bûn û agirê Newrozê pêxistin. Dîsa ji salên 1990’an heta niha sal bi sal Newroz bi coş û girseyên cuda hat pîrozkirin. Bi taybetî piştî Kurdan koçî Stenbolê kir, Agirê Newrozê li Stenbolê bêtir geş bû. Gelê kurd ji salên 1990'an heta niha tevî hemû qedexe, astengî, binçavkirin, girtin, cezakirin û kuştinê bi berdêlên giran Newroze piroz dike. Gelê kurd ku bi bi bedena xwe Agirê Newrozê geş kir, sal bi sal li tax, kolan, gund, navçe û bajaran belav bû û niha bi milyonan kurd û gelê Tirkiye Newrozê pîroz dikin. Ji salên 1990’an heta niha medya hawiz her dem li gorî daxwazên îktidarê der barê pîrozbahiyên Newroze de manşet avêtin rojnameyan. Her dem bi manşetên wekî “Bi Bûyer/Bê Bûyer", “Newroza bi Xwîn", “Pêl bi pêl Newroz", “Bi Promosyon/Qedexeya Lastikan /Bê PKK /Fermî/Happy Nevruz” ango “Hevditina Nevruzê”, “Civîna Nevrozê", “Nevruz Cenna Tirkan e", “Pîrozbahiya Newrozê /Bi kêf /Bi Alarm/ Bi Tedbir” û gelek manşetên din ên di medya hawiz de hatin xuyakirin.
Medya hawiz ku cih neda pîrozbahiyên Newrozên salên 90’an, piştî salên 2000’an hêdî hêdî cih da pîrozbahiyên Newrozan. Lê vê carê bi manşetên ku daxwazên gel, coş û tevlêbûna gel nedît hatin weşandin. Piştî pêvajoya çareseriyê vê carê di medya neteweyî û navneteweyî de wekî rojev û manşeta sereke hat dîtin. Piştî li Amedê bi milyonan tev li Newroza dîrokî bû rojnameyên medya hawiz bi sernavê "Li Amedê roja dîrokî" pêşkêş kirin. Rojname û televîzyonan piştî pêvajoya şer dîsa dest pê kir, di sala 2016'an û piştî we dîsa dest bi zimanê 90’î kirin.
1991: NEWROZ LI HER DERÊ YE
Di Newroza 1991'an de Rojnameya Yenî Ulke bi manşeta “Newroz bû cejna Tirkan" û “Roja serkeftin û berxwedana gelê Kurd: Newroz li her derê ye" derket. Rojnameya medya hawiz Hurriyet êrîşa dewletê ya li dijî gel rewa kir û bi manşeta “Bîlançoya Nevruza bi xwîn 31 mirî: Cejne an îsyan e?" derket. Li Cizîrê polîs û leşkeran êrîşi girsê kir û Yek jê polis 31 welatî mirin.
Ji sala 1991'an heta sala 1994'an li Stenbolê Newroz hat qedexekirin û destûr nedan gel bi girseyî Newrozê pîroz bike. Welatiyên xwestin li tax û kolanan Newrozê pîroz bikin rastî mudaxaleyên hişk hatin. Piştî gel di pîrozbahiya Newrozê de israr kir, rayedarên dewletê polîtikayên xwe guherd û destûr na pîrozbahiya Newrozê. Yekem car di 21'ê Adara 1995’an de li Stenbol Newroz bi girseyî hat pîrozkirin. Lê vê carê rayedarên dewletê ji bo cewherê Newrozê biguhere bi navê “Nevruz” cenja Newrozê bi agirekî biçûk pîroz kir. Di heman salê de li Parka Fatihê ya Stenbolê gel bi agirekî geş Newroz pîroz kirin. Girseya ku Newroz pîroz kir rastî mudaxaleyê ha û 23 kes hatin binçavkirin.
‘NEWROZ YA GEL E'
Her ku Newroz hat qedexekirin sal bi sal tevlêbûna gel a pîrozbahiya Newrozê zêdetir bû. Di sala 1996’an de gel li Qada Kazliçeşme pîroz kir. Bi deh hezaran welatî li sehaya gogê kom bûn û agirê Newrozê bi dirûşmeya “Bijî Newroz” pîroz kir. Polîsan mudaxale kir û 50 kes hatin binçavkirin. Di sala 1997’an de li Qada Abide-î Hurriyet a Şîşlî gel dîsa bi coşek mezin Newroz pîroz kir. Gel di pêşengiya HADEP'ê De Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran kesên bi cil û bergên xwe yên Kurdî kom bûn, agirê Newrozê geş kirin û gotin "Newroz ya Gel e" Di sala 1998’an de jî bi deh hezaran kes li Qada Kazliçeşme kom bûn û Newroz pîroz kirin.
‘LI DIJÎ KOMPLOYÊ AGIRÊ SERHILDANÊ'
Gel di sala 1999'an de li dijî komploya Navdewletî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku di 15'ê Sibatê de anîn Tirkiyeyê, ji bo pîrozbahiya Newrozê daketin qadan û bi ruhê Serhildanê Newroz pîroz kirin. Gel li Stenbolê ji bo Ocalan azadî xwest. Gel bi navê “Agirê Serhildanê" Newroz pîroz kir.
AGIRÊ NEWROZÊ LI TAXAN BELAV BÛ
Di sala 2000’an de agirê Newrozê li gelek tax û navçeyên Stenbolê belav bû û bi tevlêbûnek zêdetir hat pîrozkirin. Tevî ku Walîtiyê Newroz li Stenbolê qedexe kir û gel li hemû tax û kolanên Stenbolê Agirê Newrozê geş kir. Gel di sala 2000’an de piştî li taxan pîroz kir bi girseyî herikîn qada Abide-i Hurriyet a Şîşlî.
HER DER BÛ AGIRÊ NEWROZÊ
Her ku qedexe zêde bû pîrozbahî jî belav bû. Walîtiya Stenbolê di 2001'an de dîsa qedexe kir. Lê vê carê Agirê Newrozê li hemû tax û navçeyên Stenbolê geş bû. Gel qedexe nas nekir û bi hezaran herikin Qada Kazliçeşmeyê. Tevî ku bi hezaran polîsan barîkat danîn û mudaxaleyî gel kir jî, gel astengî nas nekir û Newroz pîroz kir. Piştî gel agirê Newrozê geş kir polîsan mudaxale kir û li gelek cihan pevçûn derket. Di mudaxaleya polîsan de gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin. Bi hezaran kesên li taxên xwe vegeriyan vê carê li taxên xwe agir geş kirin. Dîsa mudaxaleya polisan li nava taxan belav bû.
Waliyê Stenbolê di sala 2002'an de dîsa pîrozbahiya Newroz li Stenbolê qedexe kir. Lê dîsa gel qedexe nas nekir û Newroz pîroz kir. Bi deh hezaran welatî derketin kolanan û Newroz pîroz kir. Di sala 2003'an de pîrozbahiya Newrozê di bin dagirkeriya DYA ya Iraqê de hat pirozkirin. Bi sed hezaran kesên tev li pirozbahiya Newrozê bûn şer şermezar kir. Newroza 2003'an bi tevlêbû gelê kurd û tirk a li dijî şer hat pîrozkirin.
80 HEZAR KES TEV LI NEWROZÊ BÛN
Di sala 2004'an de, piştî salên 90’an yekem car Newroza herî bi coş û girseyî hat pîrozkirin. Nêzî 80 hezar Stenbolî li Qada Kazliçeşme kom bûn û bi coşek herî mezin Newroz pîroz kir. Ji 2004'an heta 2012'an navnîşana Qada Newrozê nehat guhertin. 8 salan li ser hev Newroz bi girseya herî mezin li Qada Kazliçeşme hat pirozkirin. Di 2012'an de dîsa Newroz qedexe kirin. Tevî ku qedexe kirin jî bi sed hezaran kurd herikîn Qada Topkapi û xwestin Newrozê pîroz bikin. Bi hezaran kesên ku xwestin ji Topkapi bimeşin Qada Kazliçeşmeye rastî mudaxaleya polîsan hatin. Ji ber ku polîsan bi bombeyên gazê mudaxale kir û zêde bombeyên gazê avêtin nava girsê Rêveberê Partiya Demokrasî û Aştiyê (BDP) yê Navçeya Arnavutkoyê Haci Zengîn di mudaxaleya polîsan de jiyana xwe ji dest da.
JI HEZARAN BÛN SED HEZAR, JI SED HEZARAN BÛN MILYON
Piştî gel di 2012'an de qedexe û kuştin nas nekir di salên 2013, 2014 û 2015’an de dîsa bi sed hezaran Stenbolî berê xwe dan Qada Kazliçeşmeyê. Di Newroza 2013'an a li qada Kazliçeşmeyê bi tevlêbûna sed hezaran hat pîrozkirin. Nameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a çareseriya demokratîk mohra xwe li Newrozê xist. Bi milyonan Stenbolî li Sûrên Stenbolê dirûşmeya “Bijî Newroz” berz kirin. Di pîrozbahiyên 3 salan de bi milyonan gelê Stenbolê ku di navde kurd, tirk, turkmen, çerkez, Pomak, LGBTÎ û anarjîst jî hebûn qada Newrozê kirin "Baxçeyê Gelan" ê Tirkiye.
STENBOL KIRIN NEWROZ
Di 2016’an de wekî hemû Tirkiye li Stenbolê jî Newroz hat qedexekirin. Lê gelê Stenbolê dîsa qedexe nas nekir û dîsa tevî hemû astengî û qedexeyan li hemû tax û kolanên Stenbolê Newroz pîroz kir û Stenbol kirin. Beriya pîrozbahiyê Komîteya Amadekar a Newrozê xwest li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya “Her der Newroz her der berxwedan" pîroz bike. Lê ji ber Walîtiyê destûr neda û her derê qadê girt û avahiya HDP'ê dorpêç kir, li hemû tax û navçeyên Stenbolê hefteyekî li ser hev her der bû qada Newrozê û li her derê Agirê Newrozê geş bû. Bi sed hezaran di pîrozbahiya Newrozê de berxwedana xwerêveberiya cewheri silav kirin.
VÊ CARÊ LI QADA KARTALÊ PÎROZ KIRIN
Di sala 2017'an de vê carê Newroza Stenbolê li Qada Kartalê hat pîrozkirin. Her çend Qada Kartalê ne navendî bû jî dîsa ji ber ku li wir destûr hat dayîn Bi sed hezaran kes herikî Qada Kartalê û bi dirûşmeya “Teqez em dê bi ser bikevin" Newroz pîroz kirin.
BERTEKA EFRÎN Û TECRÎDÊ
Di sala 2018’an de gel Newroz li qada Bakirkoyê Pîrroz kir. Bi sed hezaran li qada Bazara Gel kom bûn û bi hişyariya “Newroz serhildan e. Li dijî faşizmê bahara gelan e" pîroz kirin. Bi coşek mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de gel bertek û hêrza xwe ya li dijî dagirkeriya Efrînê anî ziman. Dîsa bi sed hezaran xwest êrîşên li ser Efrînê bi dawî bibe û xwestin tecrîd rabe.
GREVA BIRÇÊBÛNÊ MOHRA XWE LÊ DA
Gel di sala 2019'an de dîsa li Bazara Gel a Bakirkoyê bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin. Em ê tecrîdê bişkînin" bi tevlêbûna sed hezaran pîroz kir. Dîsa bi sed hezaran daxwaza Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û hezaran girtiyên zindanan a ji bo tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe anîn ziman. Bi sed hezan kesên tev li pîrozbahiya Newrozê bûn tecrîd şermezar kirin. Di pîrozbahiya Newrozê de Nameya Ayten Becet a li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dawî li jiyaa xwe anî xwendin. Di pîrozbahiya Newrozê de nêzî 40 kes hatin binçavkirin.
Gelê Stenbolê îsal ji ber vîrûsa Corona bi biryar e ku dîsawekî salên 1990'an li her taxê agirê Newrozê geş bike û agirê Newrozê li tevahiya Stenbolê belav bikin û Newrozê pîroz bikin.
MA / Ferhat Çelik