ENQERE – Wekîla Seroka Koma HDP'ê Meral Danış Beştaş, ji bo tedbîrên li girtîgehan li dijî vîrûsa Corona bên girtin pêşnûmeqanûn da meclîsê.
Wekîla Seroka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Danış Beştaş, li dijî vîrûsa Corona (Kovid-19) û tedbîrên li girtîgehan bên stendin pêşnûmeqanûn da meclîsê û xwest bi zagonan tedbîr bên girtin. Beştaş, di hinceta daxwazê de anî ziman ku li girtîgehan hêjmara girtiyên nexweş zêde dibe û ji bo vê yekê tu tedbîr û guhertin nayên kirin û çareserî nayê pêşxistin. Beştaş, da zanîn ku ji bo tedbîran gav nehatiye avêtin û pirsgirêk nehatiye çareserkirin û wiha got: "Bi belavbûna Vîrûsa Corona li girtîgehan rîsk zêdetir bûye. Niha bi sedan girtiyên nexweşiya giran li girtîgehan di nava şert û mercên xerab de girtî ne. Di nava şert û mercên paqij de nikarin bijîn. Dîsa bi qasî tê xwestin û hewcedariyê xwarin û zexîreyan nadin girtiyan. Niha tu tedbîr nehatiye girtin. Tedbîra ku hatiye girtin jî tenê ziyareta malbatan qedexe kirine. Niha nayê zanîn ku ev nexweşî gihiştiye girtîgehan ya na. Ji ber vê yekê divê ewil koma girtiyên di bin rîskê de ne serbest bên berdan. Ger ku ev neyê kirin dê mirinên komî bi xwe re bîne. Ji ber vê yekê divê bi lez girtiyên nexweş serbest bên berdan. Divê şert û mercên tenduristiyê bêtir bên başkirin."
Beştaş, pêşnûmeqanûn da meclîsê û xwest li gorî talûke û rîska vîrûse tedbîr bên girtin û zagon bên rastkirin.