NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara kesên ji ber vîrûsa Koronayê jiyana xwe ji dest dan derket 6 hezar û 522’yan û 170 hezar kes bi vîrûsê ketin. 3 welatan OHAL îlan kirin û li DYA’yê wê yekemin car testa derziya vîrûsê bê kirin.
Li tevahiya cîhanê hejmara kesên ji ber şewba vîrûsa Korona (Kovîd-19), jiyana xwe ji dest dan derket 6 hezar û 522’yan û 170 hezar kes bi vîrûsê ketin.
Pêşketinên îro yên derbarê vîrûsa koronayê hatin jiyîn de wihan e:
ÇÎN: 14 KESÊN DIN JIYANA XWE JI DEST DAN
Li Çînê îro 14 kesên din jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî hejmara kesên li Çînê jiyana xwe ji dest dan derket 3 hezar û 213’an. Dîsa, hejmare kesên bi vîrûsê ketin jî derket 80 hezar û 860 kesan.
ÎTALYA: BIJÎŞKAN NAME WEŞANDIN
Li Îtalyayê jî, hezar û 809 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 24 hezar û 747’an. 300 bijîşkan derbarê vîrûsê de nameyek weşandin û hişyariya “Tişta ji destê we bê bikin” kirin.
ÎRAN: 13 KESÊN DIN JIYANA XWE JI DEST DAN
Yek ji welatên herî zêde vîrûs lê bi bandor bû Îrane. Li Îranê ji duh de 13 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi vî awayî li tevahiya welat hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan derket 724’an.
ÇEKYA: WÊ TEVAHIYA WELAT BIKIN KARANTÎNAYÊ
Li tevahiya Çekyayê jî wê karantîna bê bi cih anîn. Kesên li welat dijîn, ji ber karantînayê, wê di malên xwe de bimînin.
LIBNAN: OHAL HAT ÎLANKIRIN
Li Libnanê jî 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û li welat ohal hat îlankirin.
PERÛ: JI BO 15 ROJAN REWŞA LEZGÎN HAT ÎLANKIRIN
Li Perûyê jî 71 kes bi vîrûsê ketin û li welat ji ber vê yekê Rewşa Lezgîn a Neteweyî hat îlankirin. Li tevahiya welat ji bo 15 rojan rewşa elzgîn hat îlankirin.
DYA: WÊ TESTA DERZIYÊ BÊ KIRIN
Li DYA’yê wê yekemîn car testa derziyê ya li dijî vîrûsê li eyaleta Washîngtonê bê kirin. Ji bo vê testê 45 kesan bi dildarî qebûl kirin. Li tevahiya welat hejmara kesên ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan derket 69’an û 3 hezar û 782 kes bi vîrûsê ketin.
TIRKIYE
Li Tirkiyeyê jî hejmara kesên bi vîrûsa koronayê ketin derket 18’an. Li tevahiya welat, hemû kulûb, bar û dîskotekên şevê ji îro û vir ve hatin girtin.
ÎSPANYA: 96 KESÊN DIN JÎ JIYANA XWE JI DEST DAN
Li welat hejmara kesên bi vîrûsê ketin derket 7 hezar û 753’yan. Din ava 24 saetan de 96 kesan ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan û dibe ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest bidin derket 288’an.
YÛNANÎSTAN
Li Yûnanîstanê jî ku cîranê Tirkiyeyê, duh 103 kes bi vîrûsê ketin û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan, derket 331’an.