WAN - Rojnameger Nedîm Turfent ê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê dimîne, diyar kir ku li girtîgehê li dijî Vîrûsa Corona tedbîr nayê girtin. Turfend bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û xwest girtiyên nexweş bên berdan.
Rojnameger û Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ya bi KHK'ê hat girtin, Nedîm Turfent ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê girtî ye, bi rêya malbatê agahî da û diyar kir ku li girtîgehê li dijî vîrûsa Corona tedbîr nayên girtin. Turfent, anî ziman ku li gel Wezîrê Dadê diyar kiriye ku li djî Vîrûsa Corona (Kovid-19) tedbîr girtine jî tu tedbîr nehatiye girtin.
Nedîm Turfent di 13'ê Gulana 2016'an de li Wanê hat binçavkirin û girtin. Turfent piştî 119 mehan girtî hat darizandin, rastî ceza hat. Rojnameger û nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê (DÎHA) ku bi KHK'ê hat girtin Nedîm Turfent li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Colemêrgê di kanûna 2017'an de hat darizandin û bi sucdariya "endamtiya rêxistinê" 8 sal û 9 meh cezaye girtîgehê lê hat birîn. Turfent, di 15'ê Adarê de bi rêya malbatê der barê rewşagirtîgehê de agahî da û wiha got: "Wezareta Dadê got 'Me tedbîr girtine' lê rastiya vê yekê tune. Li gel ku em van daxwazan ji rêveberiya saziyê dixwazin jî kolonla, dezenfektan û lepikan nadin me. Li ber deriyê hin kawişan dezenfektan datînin. Lê bi hinceta "Qedexe ye" kolanya nadin me. Dîsa li kantînen girtîgehê berhemên kantînê bu buhayekî pir zêde didin me. Ji bo girtiyên nexweş ên di bin rîskê de tedbîrên taybet nehatine girtin."
Rojnameger Turfent, anî ziman ku rûpoşa li kantîna girtîgehê bi 17 tl difiroşe wan û wiha axivî: "Çi munasebet li hundir ava cilşoyan û kireçê heye. Ji ber vê yekê em rastî lêpirsînê tên. Kantîna girtîgehê maskeyekê (Rûpoş) bi 17 tl difiroşe me. Ya herî girîng jî ji bo girtiyên nexweş ku di bin rîskê de ne tu tedbîr nayê girtin. Li girtîgehan hêj bi deh hezaran girtî li erdê radizên. Ev çawa tedbîr e hêj me fam nekiriye. Ji ber vê yekê pir girîng e ku 2'emîn paketa darazê dexin meriyetê. Ya herî girîng jî divê berî her tiştî girtiyên nexweş demek berî demekê serbest berdin."